YE’yê banga rawestandina êrîşan kir
Yekîtiya Ewropayê piştî êrişên tund ên li ser taxên dorpêçkirî yên Helebê, bang li Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokrtîk (QSD) kir ku bi lez diyaloga siyasî ji nû ve bidin destpêkirin.

YE`ê îro ji Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê û QD`ê xwest ku piştî pevçûnên bixwîn ên li Helebê, diyaloga siyasî ji nû ve bidin destpêkirin.
Berdevkê blokê di daxuyaniyekê de got, "YE banga rawestandina şer û pevçûnên li derdora Helebê dike û banga parastina sivîlan di her demê de û hêsankirina gihandina alîkariya mirovî dike."
Berdevk lê zêde kir, "Em ji hemû aliyan dixwazin ku agirbesta ku îro hatiye ragihandin bicîh bînin û bi lez diyaloga siyasî ji bo çareseriyek siyasî ji nû ve bidin destpêkirin."