ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwe amade dike ku biçin Helebê
Piştî daxuyaniya Meclîsa Gel a Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi sedan kesî dest bi amadekariyan kirin ku ber bi Helebê ve bi rê bikevin. -
Heyva Sor a Kurd ber bi Helebê ve bi rê ket
Heyva Sor a Kurd ji bo rawestandina êrişên li ser sivîlên li Helebê û vekirina korîdora mirovî ya bi ewle bang kir û ji bo veguhestina birîndaran konvoyeke tenduristiyê ya ji 15 wesayitan şand herêmê. -
Meclîsa Gel a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê: Em teslîmiyetê qebûl nakin, em ê taxên xwe biparêzin
Meclîsa Gel a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê diyar kir ku teslîmbûn û komkujî li ser taxên wan tê ferzkirin, lê belê ew vê qebûl nakin û wan biryar dane ku bi gel û hêzên xwe li taxên xwe bimînin û biparêzin. -
Malbatek 16 saetan di bin kavilan de ma: Kesek şehîd bû
Di encama êrîşên çeteyên bi pere yên hikumeta demkî de, li Şêxmeqsûdê avahiyek bi ser malbatekê de hilweşiya. Birîndarên ku piranî ji wan zarok bûn, 16 saetan di bin kavilan de man û bav şehîd bû. -
Çeteyên Şam û Enqereyê weke DAÎŞ'ê li Eşrefiyê komkujiyan dikin
Çeteyên hikumeta veguhêz ên bi piştgiriya Enqereyê, li taxa Eşrefiyê weke DAÎŞ'ê komkujiyan dikin. Çeteyan bi dehan kes bi rengekî hovane qetil kirin. -
Hikumeta veguhêz êriş bir ser Siwêdayê
Hêzên Parêzvanên Niştimanî yên Siwêdayê diyar kirin ku hêzên hikumeta veguhêz hewl dan bikevin bajarokê Mensûrayê, di encama bersivdanê de şer derket û şervanekî wan jiyana xwe ji dest da. -
Koçberên Efrînê: Em ê her tim li pişta gelê xwe yê li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bin
Koçberên Efrînê yên ku li Hesekê bi cih bûne, êrîşên komên çeteyan ên girêdayî Hikumeta Demkî şermezar kirin û teqez kirin ku ew ê heta dawî piştgiriyê bidin berxwedana gelê xwe yê li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê. -
'Bi ruhê berxwedana Tişrînê em ê Eşrefiyê û Şêxmeqsûd biparêzin'
Gaziyan diyar kirin ku wê bi ruhê berxwedana Bendava Tişrînê taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê biparêzin û gotin, “Êrîş çiqasî dijwar bin bila dijwar bin, wê ti hêz nikaribe me ji armanca me ya jiyana azad a li ser esasê xwişk û biratiya gelan vegerîne." -
Rêveberiya Xweser: Dewleta Tirk û hikûmeta demkî berpirsiyarê êrîşan e
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî êrîş û topbaranên li dijî taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd hişyariya komkujiyan ya li dijî sivîlan da û got: “Hikûmeta demkî û dewleta Tirk berpirsiyariyê van êrîşan in." -
Li pêş Nexweşxaneya Humsê êrîşa çekdarî
2 çekdaran li pêş Nexweşxaneya Kindî ya bajarê Humsê gule berdan xebatkarên tibî, di encamê de 4 xebatkar hatin qetilkirin û yek jî birîndar bû. -
Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Binesaziya sivîlan tê hedef girtin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Helebê ragihand ku li dijî bombebarana tund a bi tank û topan ên komên çete li ser Helebê, berxwedan dewam dike. -
Çeteyan nexweşxaneyê cara 4’emîn bombebaran kirin: 5 kes birîndar bûn
Di êrîşa li ser Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir a li taxa Eşrefiyê de 5 kes birîndar bûn. -
YPJ’ê berxwedana Helebê silav kir
Fermandariya Giştî ya YPJˊê êrîşên li ser taxên Helebê şermezar kir û berxwedana gelên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê silav kir. YPJ’ê diyar kir ku îdiayên ku dibêjin hêzên wan li wê derê hene, ne rast in. -
Fermandara Giştî ya QSD’ê: Ger gef zêde bibe em ê bêdeng nemînin
Mazlûm Ebdî êrîşên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye wekî ,”sûcê şer ê li dijî gelê Kurd û destkeftiyên wan” bi nav kir û got, “Ger xeteriya li ser gelê me zêde bibe em ê bêdeng nemînin.” -
Çeteyan cara duyemin êrîşî Nexweşxaneya Şehîd Xalif Fecir kirin
Çeteyên hikumeta demkî ev cara duyemîn e êrişî Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir a li taxa Şêxmeqsûdê dikin. Li nexweşxaneyên gelek birîndar û nexweş hebûn. -
13 çeteyên ku hewl didan bikevin taxa Eşrefiyê hatin kuştin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Helebê bersiv da êrîşên komên çete yên ser bi hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ve ku hewl didan derbasî taxa Eşrefiyê bibin; di encamê de 13 endamên çeteyan hatin kuştin. -
Li Qamişloyê şehîdê QSDˊê hat veşartin
Gelê kantona Cizîrê cenazeyê şervanê QSDˊê şehîd Polat Xanîka li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan a Qamişloyê veşartin. -
Di êrîşa li ser Dêr Hafirê de 6 sivîl hatin qetilkirin
"Di êrîşa çeteyên ser bi hikumeta veguhêz ve ya li ser Dêr Hafira Tebqayê de, di nav de zarok jî hene 6 sivîl hatin qetilkirin û gelek kes birîndar bûn." -
Li Eşrefiyê pevçûnên dijwar diqewimin
Komên çete bi tang û çekên giran êrişî taxa Eşrefiyê ya Helebê dikin. Hêzên Ewlekariyê bersivên tund didin. -
Di êrîşên li ser Helebê de navên 13 şehîd û 64 birîndaran hatin eşkere kirin
"ANHA’yê nasnameya 13 şehîd û 64 birîndarên ku di encama êrîşên komên çeteyên ser bi dewleta Tirk ve li ser taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd ên Helebê pêk hatine, eşkere kir." -
Çeteyan êrîşî nexweşxaneyê kirin
Çeteyên Hikûmeta Demkî û dewleta Tirk êrişî Nexweşxaneya li Şêxmeqsudê kirin. Li nexweşxaneyê gelek birîndar û nexweş hebûn. -
Dîmenên berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê
Gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi ruhê şerê gel ê şoreşgerî, tevî Hêzên Ewlekariya Hundirîn, taxên xwe li dijî êrîşên çeteyan bi moralekî bilind diparêzin. -
Li Helebê sivîlek din jî hat qetilkirin
Di êrîşên li dijî taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd ên Helebê de sivîlek din jî hat qetilkirin û yek jî birîndar bû. -
Mazlûm Ebdî: Em bi şêniyên xwe yên li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê re ne
Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî têkildarî êrîşên li ser Helebê daxuyanî da û got, “Em bi şêniyên xwe yên li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê re ne. Em bi hemû aliyan re dixebitin da ku ev êrîş rawestin. -
Di êrîşa çeteyan a li ser Dêr Hafirê de 3 kes birîndar bûn
QSDˊê ragihand ku komên çete yên hikumeta demkî bi çekên giran êrişî navenda bajarê Dêr Hafirê kirin û di encamê de 3 kes birîndar bûn. Li bajarokê Curniyê yê Tebqayê jî dronek xwekuj hat xistin.