ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Ji ber êrişên li Helebê nexweşxaneyek ji xizmetê derket
Çeteyên dewleta Tirk ên di nava hêzên hikumeta veguhêz a Şamê de ne, yekser bombe li Nexweşxaneya Osman a li taxa Eşrefiyê ya Helebê barandin. Lewma xizmetên nexweşxaneyê sekinî. -
Komên çete careke din êriş birin ser taxên Helebê
Komên çete yên ser bi dewleta Tirk a dagirker ve yên di nava hikumeta veguhêz de ne, ji doh ve êrişên giran dibin ser taxên Helebê. -
Xelkê Dirbêsiyê piştgirî da şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê
Xelkê Dirbêsiyê li dijî êrişên komên çete yên bi piştgiriya dewleta Tirk ên ser bi hikumeta Şamê yên li hemberî herêmê, daket qadan. Berxwedana şêniyên herdu taxan hate silavkirin. -
Hêzên Şamê careke din êriş birin ser taxên Kurdan
Komên ser bi Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê bi droneyê êriş bir ser taxa Şiqeyf a Helebê û li gel eniya Kastelo derdora taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi tankan bombe kirin. -
MSD’ê banga agirbestê û diyalogan kir
MSD’ê der barê êrîşên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de diyar kir ku hikumeta demkî berpirsê nêzîkatiyên komên girêdayî xwe ne. MSD’ê banga agirbestê û diyalogan kir. -
'Komên êrîşê derbên giran xwarin û paşde vekişiyan'
Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Helebê diyar kir ku komên girêdayî hêzên hikumeta demkî yên ku hewl didan di bin sîwana tankan de bikevin taxa Şêxmeqsûdê, piştî derbên giran xwarin, reviyan. -
Foza Yûsif: Êrîş xizmetê hêzên ku dixwazin li Sûriyeyê şerê navxweyî derxin dike
Foza Yûsif diyar kir ku êrîşên çeteyên çekdar ên girêdayî hikûmeta Şamê yên li Helebê djî taxên Kurdan binpêkirina Peymana 1’ê Nîsanê ye û destnîşan kir ku ev êrîş xizmeta aliyên ku dixwazin şerekî navxweyî li Sûriyeyê derxin, dike. -
2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn
Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Helebê diyar kir ku di pevçûnên vê êvarê yên navbera hêzên wan û komên girêdayî hikumeta demkî de 2 endamên wan birîndar bûn. -
Li Helebê bîlanço giran bû: 1 jê zarok 4 kes şehîd bûn û 26 kes birîndar bûn
Bombebarana Hikûmeta Demkî ya li ser taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiye û Benî Zêde dewam dike. Heta niha di êrîşan de 1 jê zarok û 2 jê jin, 4 kes şehîd bûn û hejmara birîndaran jî gihîşt 26’an. -
Kongra Star: Pirsgirêkên li Sûriyeyê bi şer çareser nabe
Koordînasyona Kongra Star êrîşên li ser taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd ên bajarê Helebê şermezar kirin û got, “Pirsgirkên li Sûriyeyê bi şer çareser nabin, yekane rêya çareseriyê diyalog e.” -
Li Qamişloyê êrîşên li ser Helebê hatin protestokirin
Şêniyên Qamişlo û koçberên Efrîn-Şehbayê bi çalakyekî êrîşên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê şermezar kirin û piştevaniya xwe ya ji bo şêniyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê raber kirin. -
Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê sewqiyata tankan û êrîş tên kirin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Helebê ragihand ku komên hikumeta demkî bi tankan êrîşî taxên Eşrefiyê û Şêxmeqsûdê yên bajarê Helebê dikin û tankan sewqî derdora taxan dikin. -
Gefên Tirkiyeyê û dema êrîşên zêdebûyî tên çi wate yê?
Gefên rayedarên dewleta Tirk ên li ser herêmê û êrîşên li ser taxên Kurdan ên Helebê ku tam piştî peywendiyên Şam û Rêveberiya Xweser pêk hatin, nirxandinên ku ev pêvajo bi plan e xurttir dikin. -
Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Bersiva êrîşan wê di çarçoveya parastina rewa de bidome
Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Heleb diyar kir ku ew ê di çarçoveya mafê rewa yê parastina welatî, mal û milkên wan de, bersivdana êrîşên komên hikumeta demkî bidomînin. -
PYD: Dorpêç rê li ber karesata mirovî vedike
PYD’ê diyar kir ku komên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê binpêkirinên sîstematîk dikin û ragihand ku dorpêç dibe sedema kîrza mirovî ya kûr. -
Şêniyên Cizîrê: Êrîşên li ser taxên Helebê sûcê mirovahiyê ye
Meclisên bajarên kantona Cizîrê û rêxistinên sivîl êrîşên komên hikumeta demkî ya Sûriyeyê li dijî taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd ên Helebê şeremzar kirin û banga rawestandina êrîşan û parastina welatiyan kirin. -
Bîlançoya li Şêxmeqsûdê giran bû: 3 kes şehîd bûn, 17 kes birîndar bûn
Bombebarana hikûmeta demkî li ser taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêdê dewam dikin. Heta niha di êrîşan de 2 jê jin 3 kes şehîd bûn û 17 kes jî birîndar bûn. -
Rêveberiya Xweseriya ji ber ‘dorpêç’ û ‘êrîşan’ hişyarî da Şamê
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji ber êrîş ambargoya nemirovî ya li ser taxên Kurdan ên li Helebê hişyarî da hikûmeta demkî ya li Şamê. -
Di êrîşa li ser Şêxmeqsûdê de du zarok birîndar bûn
Li nav kesên ku di êrîşên komên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê li ser taxên Şêxmeqsûd û Benî Zêdê de birîndar bûn, du zarok jî hene. -
Êrîşên li ser Şêxmeqsûd didomin
Komên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê bi obusan êrîşî Taxa Şêxmeqsûd dike. -
QSD: Dewleta Tirk û komên Şamê qadên sivîl bombebaran dikin
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker û komên Şamê li herêma Dêr Hafir a Tebqayê qadên sivîlan bombebaran dikin. -
Du şehîd li Hesekê hatin veşartin
Şervanê QSD'ê Hebûn Rojava (Ebdulkerîm Biro) û Endamê Hêzên Parastina Civakî (HPC) Fayîz El hemze li Şehîdgeha Şehîd Dijwar bi merasîmekê hatin veşartin. -
Ji bo şehîd Sarya Qamişlo merasîma bîranînê
Ji bo endama Konseya Fermandariyê ya YJA Starê Sarya Qamişlo merasîmeke bîranînê hate lidarxistin û konê sersaxiyê hate vedan. -
Êrişên li ser Şêxmeqsûdê: 1 şehîd, 2 birîndar
Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên li Helebê ragihandin ku komên ser bi hikumeta veguhêz çar caran li pey hev êriş birin ser taxa Şêxmeqsûdê û di encamê de kesekî jiyana xwe ji dest da, 2 kes jî birîndar bûn. -
Dîlana ku ji qada Şehîd Egîd destpê kir, li Bendava Tişrînê qediya
Gel li Bendava Tişrînê dîrokeke nû nivîsand, dîlana ku ji qada Şehîd Egîd destpê kir, li bendavê temam kirin. Her kes li dora agir kom bibûn, stran digotin, li aliyê din dîlan digerandin. Dahola cengê lê dida û berxwedana Bendava Tişrînê bi ser ket.