QSD: Dewleta Tirk û komên Şamê qadên sivîl bombebaran dikin

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker û komên Şamê li herêma Dêr Hafir a Tebqayê qadên sivîlan bombebaran dikin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) der barê mijarê de daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin: "Çekdarên El Emşat ên girêdayî hikumeta veguhêz a Sûriyeyê di van kêliyan de li herêma Dêr Hafirê ya kantona Tebqayê qadên sivîlan dikin armanc. Êriş bi hewan, çekên giran û dronên xwekuj têne kirin, di encamê de xetên ceyranê zirar dît. Di heman demê de heman kom girê Syraitel ê derdora bendava Tişrînê bi hewanan û çekên giran topbaran dike.

Hêzên me teqez dikin ku ji bo parastina gelê me û ewlehiya herêmê xwedî mafê rewa ne."