ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Çeteyên dewleta Tirk li Minbicê zarokek qetil kirin
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li taxa Hezwana ya Minbicê gule berdan zarokekî û qetil kir. -
Bi dronê êrîşî Dêr Hafirê hat kirin: Zarokek hat qetilkirin
Komên çekdar ên girêdayî Şamê bi dronekê gundê Dure yê bajarê Dêr Hafirê yê Kantona Tebqayê bombebaran kir. Di êrîşê de zarokek hat qetilkirin û kesek birîndar bû. -
Mazlûm Ebdî: Di navbera Rêveberiya Xweser û Şamê de nêrîna hevpar çêbû
Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mazlûm Ebdî diyar kir ku di hevdîtinên navbera Rêvebreiya Xweser û Rêveberiya Şamê de li ser gelek sernavan alî gihîştine nêrîneke hevpar. -
Komên ser bi Hikumeta Veguhêz êriş birin ser mizgeftê
Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Helebê ragihandin ku komên çekdar ên ser bi Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê êriş birin ser Mizgefta El Hesen. -
Cejna Noelê li Hesekê hate pîrozklirin
Di şeva rojbûna Îsa Mesîh cejna Noelê de Xiristiyanên li bajarê Hesekê li Dêra Meryem dua kirin. -
Fermandar Ronahî Yekta û avahiya ku 17 rojan lê li ber xwe da
Dema li eniyên berxwedanê yên Tişrînê digeriyam, her şervana/ê ku min dît, şopdarên fermandara xwe Ronahî bûn. Li ser rûyê her yekî ji wan biryardariya berxwedanê û çavên dibiriqî yên Ronahî hebû. -
Xezal: Nenavedîbûn rêya derketina Sûriyeyê ji kaosê ye
Şêx Xezal Xezal banga rawestandina sûcên li dijî Elewiyên li Sûriyeyê kir û destnîşan kir ku nenavendîbûn rêya derketina Sûriyeyê ji kaosê ye. -
Li Dêrazorê 6 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin
QSDˊê ragihand ku li rojavayê gundewarê Dêrazorê di operasyona ewlehiyê ya li dijî şaneyeke DAÎŞ’ê de, 6 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin û wesayîtekî bombebarkirî hat bêbandorkirin. -
Li derdora Bendeva Tişrînê bi dronê êrîşî maleke kirin
QSDˊê ragihand ku komên çekdar ên girêdayî hikumeta veguhêz li herêma Girê Sîryetêl (Til Sîryetêl) a li derdora Bendava Tişrînê bi dronê êrîşî malekê kir. -
Li 11 navendên Cizîrê êrîşa Şamê ya li dijî Pakrewangeha Şehîdan hat şermezarkirin
Meclisên Malbatên Şehîdan ên kantona Cizîrê li êrîşa komên hikumeta veguhêz li dijî Pakrewangeha Şehîdan a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê şermezar kir û hevgirtina xwe bi xelkê her du taxan re nîşan da. -
Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bombe li wesayîteke sivîl hate barandin
Komên çekdar ên hikûmeta veguhêz li derdora Şêxmeqsûd û Eşrefiyê wesayîteke sivîl bombebaran kir. -
Rêyeke din a Şêxmeqsûd hate girtin
Komên çekdar ên girêdayî hikumeta veguhêz a Sûriyeyê rêya çerxerêya Şîhan a taxa Şêxmeqsûd girt. -
Xelkê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê şehîda xwe spart axê
Xelkê taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê şehîd Fedwa Mihemed El Kurdî spart axê. -
Hîlala Zêrîn, Sîdar Amed a li Rojava şehîd bû bi bîr anî
Koordînasyona Hîlala Zêrîn Sîdar Amed (Nîhal Ay) bi bîr anî ku li Rojava şehîd bû û diyar kir ku wê mîrateya wê biparêzin û têkoşînê li her qadê xurt bikin. -
Êrişa li hemberî şehîdgeha Şêxmeqsûd û Eşrefiyê
Komên ser bi hikumeta veguhêz a li Şamê bombe li Şehîdgeha Berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê barandin. -
Pêvajoya veguhêz a li Sûriyeyê: Israra li ser yekperestiyê û peymanên li ber şikestinê
Pêvajoya ku li bajarên beravî yên Sûriyeyê bi komkujiyên li dijî Elewiyan destpê kir û bi agirbestên binpêkirî dewam kir, nîşan dide ku desthilatdariya Şamê li şûna Sûriyeyeke demokratîk û pirrengî di avaniyeke navendîperest de israr dike. -
Xelîl: Sûriye di nava valatiyekê de tê hiştin, ev rê ber bi şerê nû ve dibe
Endamê Konseya Hevserokatiyê ya PYD'ê Aldar Xelîl diyar kir ku desthilatdariya salekê ya HTŞ'ê Sûriye ji çareseriya demokratîk dûr xistiye û dewameke rastgir a rejîma Baas e. Aldar Xelîl got, HTŞ ji ber destwerdanên Tirkiyeyê nikare biryarê jî werbigire. -
QSD: Li Dêrazorê 3 çeteyên DAÎŞ’ê hatin kuştin, 5 çete hatin girtin
QSD ragihand ku di operasyona li gundewarê rojhilatê Dêrazorê de 3 çeteyên DAÎŞ’ê hatin kuştin û 5 çete hatin girtin. -
'Êrîşa li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji berê ve hatibû plankirin'
Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê diyar kir ku êrîşa duh a komên çekdar ên girêdayî hikûmeta demkî "ji berê ve hatibû plankirin" û got divê komên êrîşkar hesab bidin. -
Êrîşên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li 6 bajaran hatin şermezarkirin
Saziyên civaka sivîl û Kongra Star ên li bajarên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Kurdistaniyên li Lubnanê bi daxuyaniyên cuda êrîşên komên girêdayî hikûmeta demkî yên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê şermezar kirin. -
Ji bo gerîlayên HPG’ê Zinar û Demhat li Hesekê taziye
Li Hesekê ji bo gerîlayên HPG’ê Demhat Serêkaniyê û Zinar Hesekê taziye hate danîn. -
Dîmenê wêraniya li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê
Di êrîşên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê de gelek mal û kargehan zirar dîtin. -
Hêzên Ewlekariya Hundirîn û hêzên koalîsyonê li dijî DAÎŞ’ê operasyon lidar xist
Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku bi desteka Koalîsyona Navneteweyî li rojhilatê Reqayê li dijî şaneyeke DAÎŞ’ê ya ku ji 2 kesan pêk dihat, operasyon lidar xist. -
100 şervan tevlî nava refên QSD’ê bûn
QSD’ê ragihand ku 100 şervanên nû perwerdeya xwe temam kirin û tevlî nava refên wan bûn. -
Şehîd Çiyarûs hate veşartin
Endamê Hêzên Komando yên QSD'ê şehîd Çiyarûs (Esmer Silêman) li Qamişloyê li Şehîdgeha Şehîd Delîl Sarûxan bi merasîmekê hate veşartin.