Bi dronê êrîşî Dêr Hafirê hat kirin: Zarokek hat qetilkirin
Komên çekdar ên girêdayî Şamê bi dronekê gundê Dure yê bajarê Dêr Hafirê yê Kantona Tebqayê bombebaran kir. Di êrîşê de zarokek hat qetilkirin û kesek birîndar bû.
Komên çekdar ên girêdayî Şamê bi dronekê gundê Dure yê bajarê Dêr Hafirê yê Kantona Tebqayê bombebaran kir. Di êrîşê de zarokek hat qetilkirin û kesek birîndar bû.
Li gorî nûçeya ANHA’yê, komên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê bi dronekê êrîşî gundê Dure yê bajarê Dêr Hafirê yê kantona Tebqayê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir.
Hat diyarkirin ku di encama êrîşê de zarokek hatiye qetilkirin û kesek jî birîndar bû.