BI DÎMEN

Dîmenê wêraniya li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê

Di êrîşên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê de gelek mal û kargehan zirar dîtin.

LI HELEBÊ ÊRÎŞ

Komên girêdayî hikumeta veguhêz a Sûriyeyê duh bi tank, moşek û obîsan êrîşî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê kir. Di êrîşê de jinek şehîd bû, 16 sivîl û 6 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn. Her wiha zerarên mezin li mal û milkên şêniyan bûn.

Ji wêne û dîmenên ku ANHA’yê kişandine, wêraniya ji ber êrîşan çêbûye xuya dikin. Parçeyên guleyan mal û dikanên şêniyan derbas kirine. Her wiha şopên xwînê xuya dikin.

Herî zêde jî li beşa rojhilat a Şêxmeqsûdê zerar li milkên şêniyan bûye.