ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
PCCWS: Li Sûriyeyê gule li xwepêşanderan barandin
Meclisa Siyasî ya Navîn û Rojavayê Sûriyeyê (PCCWS) diyar kir ku di êrîşên hikûmeta veguhêz a li dijî xwepêşandêrên aştiyane de sivîl jiyana xwe ji dest dane û bnaga parastina navneteweyî ya lezgîn li NY’ê kir. -
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk êrîşa li ser xwepêşandêran şermezar kir
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bikaranîna hêzê ji hêla komên hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ve li dijî xwepêşandêrên ku ji bo daxwazên xwe yên rewa daketine qadan şermezar kir. -
Meclisa Îslamî ya Elewî ya Bilind li Sûriyeyê: Hikumeta veguhêz nûnertiya dewletê nake
Meclisa Îslamî ya Elewî ya Bilind li Sûriyeyê êrîşên li ser xwepêşandêran şermezar kir û diyar kir ku ev êrîş bi awayekî eşkere nîşan da ku hikûmeta veguhêz nûnertiya dewletê nake û rêzê ji mafên herî bingehîn ên welatiyan jî nagire. -
Bi hezaran kes ji bo azadiya Rêber Apo meşiyan
Bi hezaran kes ji Hesekê û gelek bajarên din, ji bo azadiya Rêber Apo daketin qadan. -
Hêzên hikûmeta Sûriyeyê li Hums û Banyasê êrîş bir ser xwepêşandêran
Hêzên hikûmeta veguhêz mudaxileyî xwepêşandêrên bi daxwaza federalîzmê daketin kolanan, kir. -
QSD: Hevrêyên me Salim, Eymen û Orhan şehîd bûn
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ragihand ku 3 şervanên wan di dem û cihên cuda de şehîd bûn. -
Li Helebê 2 xwendekarên zanîngehê hatin revandin
Komên girêdayî hikumeta veguhêz a Sûriyeyê 2 xwendekarên zanîngehê yên ji taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dema ji zanîngehê vedigeriyan malên xwe, revandin. -
Avahiyên li derdora Şêxmeqsûd û Eşrefiyê veguherandin nuqteyên leşkerî
Komên çekdar ên girêdayî hikumeta veguhêz a Sûriyeyê, avahiyên li derdora taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê veguherandin nuqteyên leşkerî. -
Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê çete gel hedef digirin
Rojnamevan Mihemed Ebdo anî ziman ku li dora Şêxmeqsûd û Eşrefiyê çekên giran hatine bicihkirin, pirsgirêka elektrîk, av û sotemeniyê heye û diyar kir ku êrîş ji aliyê komên çeteyên dewleta Tirk ên girêdayî Şamê ve bi armanca koçkirina gel tên kirin. -
Hikûmeta veguhêz çekên giran li derdora Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi cih dike
Hêzên hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê liv û tevgera xwe ya leşkerî ya li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê didomîne. Ji şevê din heya vê sibehê ve tank jî di nav de çekên giran li derdora her du taxan bi cih dikin. -
Dîmenê êrîşa li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê
Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Helebê dîmenê êrîşa li ser benda kontrolê ya hêzên wê ya derdora çerxerêya Şîhan weşand. -
Êrîşên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê didomin
Êrîşên komên çekdar ên girêdayî Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê didome. Hêzên Ewlekariya Hûndirîn, diyar kir ku agirbest hatiye binpêkirin û ji encamên neyînî ku rû bidin hikûmetê berpirsyar girt. -
Dîsa êrîşî Şêxmeqsûdê hat kirin, Hêzên Ewlekariya Hundirîn daxuyanî da
Hêzên Ewlekarya Hundirîn li Helebê ragihand ku bendeke wan a kontrolê li derdora çerxerêya El Şîhan rastî êrişa komên çekdar ên hikumeta veguêz hat û wan jî di çarçoveya mafê parastina rewa de bersiv dan. -
MSD û Rêveberiya Xweser êrîşa li Humsê şermezar kirin
Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşa li dijî Mizgefta Îmam Elî bin Ebî Talib li Humsê şermezar kirin û banga parastina perestgehan kirin. -
Di êrîşa DAÎŞ’ê de 3 erkdarên gumrikê birîndar bûn
Di êrîşa çeteyên DAÎŞ`ê ya li ser rêya di navbera Heleb û Reqayê de, 3 endamên zabiteya gumrikê yên hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê birîndar bûn. -
Meclisa Bilind a Elewî: Hikûmeta veguhêz berpirsê teqîna li Humsê ye
Meclisa Bilind a Elewî, êrîşa li dijî mizgefta Elî Bin Ebî Talib a li Humsê şermezar kir û hikumeta veguhêz a Sûriyeyê wekî berpirsiyarê van sûcan nîşan da. -
Girtiyên ji Siwêdayê yên li girtîgeha Adrayê dest bi greva birçîbûnê kirin
Girtiyên ji Siwêdayê yên ku li Zindana Navendî ya Adrayê têne girtin, li dijî girtina xwe ya bêyî sûcdariyên zelal û şert û mercên girtîgehê, dest bi greva birçîbûnê kirin. -
Ensar El Sune êrîşa li Humsê girt ser xwe
Koma bi navê Ensar El Sune teqîna ku îro li mizgefteke Elewiyan li bajarê Humsê pêk hat û di encamê de 8 kes hatin kuştin, girte ser xwe. -
Li gundewarê Reqayê çeteyên DAÎŞ'ê hatin girtin
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) di operasyonekê de li gundewarê Reqayê 2 çeteyên DAÎŞ'ê û 2 kesên ku piştgiriya wan dikirin, girtin. -
Hejmara kesên di teqîna Humsê de jiyana xwe ji dest dan bû 8
Hejmara kesên ku di encama teqîna li Mizgefta Imam Elî Bin Ebî Talib ya li taxa Til El Deheb a Humsê de hatin kuştin bû 8 kes û 18 kes jî birîndar bûn. -
Li Hûmsê li mizgeftekê teqîn: 3 mirî, 5 birîndar
Li Hûmsê li mizgeftekê teqînekê rû da. 3 kesan jiyana xwe ji dest dan, 5 kes jî birîndar bûn. -
Mazlûm Ebdî wê biçe Şamê
Berdevkê Çapemeniyê yê QSD’ê Ferhad Şamî diyar kir ku Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî beriya sersalê dê biçe serdana Şamê û got, têkildarî entegrasyona QSD’ê ya nava artêşa Sûriyeyê, navbera her du aliyan têgihiştineke hevpar heye. -
Tişrîn: Şoreşa serketin û destketiyên mezin
Şoreşa Tişrînê şoreşek serketin û destkeftiyên mezin bû. Ew şahidê zindî û bîra gelên herêmê ku dema pêwîst bike dikarin dev ji çi berdin û beramaberî wê dikarin çi bi dest bixin, bû. -
Dorpêça li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dewam dike
Komên çekdar ên girêdayî hikûmeta veguhêz 5 rêyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi taxên din ên Helebê ve girê didin, hîna jî ji bo çûnhatina erebeyan nevekirine. -
Çeteyên dewleta Tirk li Minbicê zarokek qetil kirin
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li taxa Hezwana ya Minbicê gule berdan zarokekî û qetil kir.