Dîsa êrîşî Şêxmeqsûdê hat kirin, Hêzên Ewlekariya Hundirîn daxuyanî da

Hêzên Ewlekarya Hundirîn li Helebê ragihand ku bendeke wan a kontrolê li derdora çerxerêya El Şîhan rastî êrişa komên çekdar ên hikumeta veguêz hat û wan jî di çarçoveya mafê parastina rewa de bersiv dan.

Komên çekdar ên girêdayî hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê êrîşî xalên Hêzên Ewlekariya Hundirîn li çerxerêya El Şîhan a li taxa Şêx Meqsûd a Helebê kirin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi daxuyaniyekê ragihand ku çekdaran du roketên RPG7 avêtin benda kontrolê û hêzên wan jî di çarçoveya mafê parastina rewa de bersiv dan.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Helebê diyar kir ku hêzên wan bi awayekî xweragirî tevgeriyan û ew ji bo erîşe zêde nebe bi aliyên têkildar re ketine nava têkiliyan.