Ensar El Sune êrîşa li Humsê girt ser xwe

Koma bi navê Ensar El Sune teqîna ku îro li mizgefteke Elewiyan li bajarê Humsê pêk hat û di encamê de 8 kes hatin kuştin, girte ser xwe.

Koma bi navê Ensar El Sune îro bi daxuyainiyekê li ser Telegramê  teqîna ku îro li mizgefteke Elewiyan li bajarê Humsê pêk hat û di encamê de 8 kes hatin kuştin û 18 kes birîndar bûn, girte ser xwe.

Di daxuyaniya komê de hat gotin: "Mucahidên Ensar El Sune bi hevkariya hin mucahidên din, çend teqemenî li perestgeha Elî Bin Ebî Talib a Nesîriyan teqandin. "

Ensar El Sune berê jî êrişa xwekujî ya li hundirê kenîseyekê li taxa Diwêla ya Şamê meha Hezêranê, girtibû ser xwe.