ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Bi hezaran şêniyên kantona Cizîrê ji bo azadiya Rêber Apo meşiyan
Bi hezaran şêniyên kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li Qamişloyê kom bûn û meşiyan. -
QSD’ê nasnameya 4 şervanên xwe yên meha Kanûnê şehîd bûne, eşkere kir
QSD’ê nasnameya 4 şervanên xwe yên di meha Kanûnê de şehîd bûne eşkere kir û soz da ku ew ê heta pêkanîna armancên wan, têbikoşin. -
DYE’yê li Sûriyeyê êrîşên hewayî li ser nuqteyên DAÎŞ’ê pêş anî
Piştî ku du leşkerên Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) li Sûriyeyê jiyana xwe ji dest dan, ji Washingtonê bersiv hat. Hêzên bi pêşengiya DYE’yê di saetên şevê de li Sûriyeyê bi êrîşên hewayî li zêdeyî 70 nuqteyên DAÎŞ’ê xist. -
‘Em ê bibin şopdarên Nazim û Cîhanan’
Hevrêyên rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn di salvegera şehadeta wan de gotin ku ew ê heta dawiyê xwedî li mîrateya wan derkevin û bibin şopdarên wan. -
Şêniyên Babê baregeha dewleta Tirk a li Çiyayê Şêx Eqîl protesto kir
Şêniyên bajarê Babê yê dagirkirî baregeha leşkerî ya dewleta Tirk a li ser Çiyayê Şêx Eqîl protesto kir û daxwaza valakirina çiyê û tenzîmkirina zirarên xwe kirin. -
Şehîd Cîhan, Nazim û Rizgar ji aliyê rojnamevanan ve hatin bibîranîn
Rojnamevanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê salvegera 1'emîn a şehadeta Cîhan û Nazim û salvegera 8'emîn a şehadeta Rizgar bi bîr anîn û soza domandina xebatên xwe yên ji bo parastina rojnamevanan dan. -
Rojnamevan Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan li Kobanê hatin bibîranîn
Rojnamevan Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan ên ku sala borî li Bendava Tişrînê di êrîşa dewleta Tirk de şehîd bûn, di salvegera yekemîn a şehadeta xwe de li Kobanê hatin bibîranîn. -
Rêveberiya Xweser Cejna Êzî pîroz kir
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi peyamekê Cejna Êzî pîroz kir û got, “Em bi hêvî ne ku cejna Cejna Êzî bibe derfetek ji bo nûkirina hêviyê, belavkirina nirxên aştî û azadiyê.” -
Federasyona Gaziyan Cejna Êzî pîroz kir
Federasyona Gaziyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi wesîleya Cejna Êzî daxuyaniyek da û got, “Em bi hêvî ne Cejna Êzî bibe wesîleya aştî û aramiya li tevahiya Kurdistan û Rojhilata Navîn û ev cejn bibe cejna xêr, xweşî û azadiya fizîkî ya Rêber Apo.” -
Rosemary DiCarlo: Em aliyan ji bo gavên çêker teşwîq dikin
Alîkara Sekreterê Giştî ya ji Karên Avakirina Siyasî û Aştiyê Berpirsyar Rosemary A. DiCarlo li Konseya Ewlekariyê axivî û têkildarî Peymana 10'ê Adarê got, "Em aliyan teşwîq dikin ku ji bo aliyên ewlekarî û siyasî yên peymanê gavên girîng biavêjin." -
Partiya Yekîtiya Ermenî kongreya xwe ya damezrandinê li dar xist
Partiya Yekîtiya Ermenî bi dirûşma "Bîra fermana Ermeniyan..soza dadmendî û nûjenî" kongreya xwe ya damezrîner lidarxist. Aldar Xelîl anî ziman ku Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li ser bingeha felsefeya neteweya demokratîk rêya rûbirûbûna înkarê ye. -
Xelkê Kantona Firatê cenazeyê şehîdek veşart, şehîdek bi bîr anî
Xelkê Kantona Firatê bi merasîmekî girseyî cenazeyê şervanê QSD’ê Şukrî Beşar veşart û gerîlayê HPG’ê Dilsoz Kobanê bi bîr anî. -
Ji bo şehîd Nûjiyan Egîd û Bawer Qamişlo merasîma bîranînê hate lidarxistin
Ji bo gerîlayên HPG'ê Nûjiyan Egîd û Bawer Qamişlo yên sala 2022'an şehîd bûn, li Qamişloyê merasîmeke bîranînê hate lidarxistin. -
Di mijara entegrasyona leşkerî de lihevkirina destpêkê çêbû
Komîteya Danûstandinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku di mijara entegrasyona QSD'ê ya bi artêşa Sûriyeyê re lihevkirina pêşî pêk hatiye. -
Jin li Hesekê ji bo azadiya Rêber Apo meşiyan
Bi pêşengiya Kongra Star bi sedan jin li Hesekê li hev civiyan û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo meşiyan. -
Şehîd Elwan El Nasir hate veşartin
Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Şehîd Elwan El Nasir li Tirbespiyê hate veşartin. -
Ehmed Reşad: Rêya serketinê tenê li Îmraliyê ye
Welatparêzê bi navê Ehmed Reşîd ku 2 caran Rêber Apo dîtiye, diyar kir ku gelê Kurd êdî ne di rewşa xwe ya berê de ne û got, “Em êdî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dixwazin. Ji ber çareserî li wir dest pê dike.” -
Li Efrînê jinek bi êşkenceyê hate kuştin
Li Efrînê ku di bin dagirkeriya çeteyên ser bi dewleta Tirk de ye, jineke ciwan Şêrîn Nûrî Oso bi êşkenceyê hate kuştin. -
CENCTOM'ê bîlançoya operasyonên li Sûriyeyê yên li dijî DAÎŞ'ê eşkere kir
Fermandariya Navendî ya DYE'yê (CENCTOM) ragihand ku ji meha Tîrmehê û vir ve li dijî DAÎŞ'ê li Sûriyeyê nêzî 80 operasyon hatin kirin, di encamê de 14 çete hatin kuştin, 119 çete jî hatin girtin. -
Ji du fakulteyan veguherî bi dehan fakulteyan: Zanîngeha Kobanê
Zanîngeha Kobanê ku bi 2 fakulteyan destpê kir, niha bi dehan fakulteyan perwerdeyê dide zêdeyî hezar û 600 xwendekarî. Gelek ji wan xwendekaran derçûn û di asta pisporiyê de xizmetê dikin. -
‘QSD di têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê de modela kartêker e’
Di nirxandina piştî êrîşa li Palmîrayê de tê diyarkirin ku rola QSD’ê ku di têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê de yek ji hêza herî kartêker a herêmî ye, bi zanebûnî tê paşguhkirin. -
Li Efrînê jineke ciwan di mala xwe de hat qetilkirin
Li gundê Aşkan ê bajarê Cindirêsê yê Efrînê Şêrîn Nûrî Oso a 19 salî piştî ku li mala xwe êşkence dît, bi çekê hat qetilkirin. Hirgûliyên bûyerê ji ber metirsiya ewlehiyê ya malbatê nayên eşkerekirin. -
Li Tebqayê peymana 10’ê Adarê hat nîqaşkirin
Di civîna ku ji aliyê Meclisa MSD a kantona Tebqayê ve hat lidarxistin de, pêşdeçûnên siyasî yên girêdayî peymana 10ˊê Adarê, rêbazên pêşxistina diyaloga navxweyî, lêkolînkirina dozên nenavendîbûnê, agirbest û dosya penaber û koçberan hatin nîqaşkirin. -
Li Efrînê diziya zeytê
Li Efrînê ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin tenekeyên zeytê yên Efrîniyekî hate dizîn. -
Cenazeyê Ebdela Elî hate veşartin
Cenazeyê şervanê Hêzên Xweparastinê Ebdela Elî li Şehîdgeha Şehîd Dijwar hate veşartin.