Li Efrînê diziya zeytê
Li Efrînê ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin tenekeyên zeytê yên Efrîniyekî hate dizîn.
Li Efrînê ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin tenekeyên zeytê yên Efrîniyekî hate dizîn.
Çavkaniyên ji Efrînê diyar kir ku muxtarê gundê Elî Garê yê girêdayî bajarokê Bilbilê yê Efrîna dagirkirî, bi darê zorê û bi piştgiriya çeteyan, 21 teneke zeyta zeytûnan ji şêniyê bi navê Şewqî Mihemed standine.
Ji dema ku bajarê Efrînê û gundewarên wê ji hêla artêşa Tirk û çeteyên wê ve hatine dagirkirin, binpêkirinên li dijî şêniyan berdewam dikin. Çeteyên dewleta Tirk sûcên wekî girtin, îşkence û talana milkan bê navber didomînin.