Cenazeyê Ebdela Elî hate veşartin
Cenazeyê şervanê Hêzên Xweparastinê Ebdela Elî li Şehîdgeha Şehîd Dijwar hate veşartin.
Cenazeyê şervanê Hêzên Xweparastinê Ebdela Elî li Şehîdgeha Şehîd Dijwar hate veşartin.
Bi sedan şêniyên bajarê Hesekê û gundên derdora wê îro bi merasîmekê cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê şehîd Ebdela Elî ku di 13’ê Kanûnê de li Hesekê şehîd bûbû, li Pakrewangeha Şehîd Dijwar a li gundê Dawûdiyê spart axê.
Merasîmê bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Ehmed El Herîs axivî û got: "Şehîdê me, mînakeke dîsîplîn, wêrekî û hezkirina ji bo hevalên xwe û welatê xwe bû. Wî ne tirs nas dikir, xwedî îradeyeke xurt û bi biryar bû, erka xwe bi rûmet û baweriyê pêk dianî."
Endamê Ofîsa Malbatên Şehîdan a Hêzên Erka Xweprastinê Şêrzad Qamişlo jî di merasîmê de axivî û got: "Em, hêzên leşkerî, soza şopandina şopa şehîdên xwe didin, ku rêya wan jiyana xwe ji bo wê feda kirine dewam bikin, Bihayê şoreş û azadiyê bilind û biqîmet e, em amade ne ku vê bedelê, çi dibe bila bibe, bidin heta ku em bigihîjin azadiya xwe."
Piştî ku belgenameya şehîd hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin, cenazeyê şehîd bi dirûşmên "Şehîd namirin" spartin axê.