ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
QSD'ê ji bo 'diyaloga niştimanî' bang kir
QSD'ê di salvegera yekemîn a hilweşîna rejîma Baasê de ji bo paşeroja Sûriyeyê banga diyaloga niştmanî kir. -
Konvoyên artêşa Tirk a dagirker ketin nava Sûriyeyê
Konvoyên leşkerî yên artêşa Tirk a dagirker ji Efrîn û Serêkaniyê yên dagirkirî û ji bakurê Helebê; bi giştî ji 3 baskan ve ketin nava Sûriyeyê. -
Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê di navbera rûniştandina desthilatdariyê û zêdekirina tundiyê de ma
Hilweşîna rejîma Baasê li Sûriyeyê hêviyeke mezin xist dilê pêkhateyên gel, lê ji ber avêtina gavên siyasî, leşkerî û ewlekarî yên bi armanca hegemonyayê, ev hêvî têk çûn. Ev gav egera rûdana şer û aloziyan zêde dikin. -
Liv û tevgera hêzên Îsraîlê ya li başûrê Sûriyeyê dewam dike
Hêzên Îsraîlê li xeta sînor a başûr a Sûriyeyê liv û tevgera xwe ya leşkerî dewam dikin. -
'Dosya koçberiyê divê li dijî Rêveberiya Xweser weke amûreke zexta siyasî neyê bikaranîn'
Îbrahîm Şêxo anî ziman ku Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê divê dosya koçberiyê weke amûreke siyasî li dijî Rêveberiya Xweser bi kar nîne û diyar kir ku gelê herêmê dixwaze li warê xwe vegere, lê beriya vê jî divê dewleta Tirk û çeteyên wê ji wir derkevin. -
Mazlûm Ebdî salvegera 1’emîn a hilweşîna rejîma Baasê pîroz kir
Fermandarê Giştî yê QSDˊê Mazlûm Ebdî salvegera yekemîn a hilweşîna rejîma Baasê li Sûriyeyiyan pîroz kir. Ebdî pabendbûna xwe bi peymana 10ˊê Adarê dubare kir û hêvî kir ku qonaxa bê bikeve xizmetî Sûriyeyiyan. -
PYD: Avakirina Sûriyeya nû bi pejirandina demokrasî û nenavendîtiyê re pêkan e
PYD’ê daxuyand ku rûxandina rejîma Baasê encama têkoşîna bi salan a gelê Sûriyeyê bû û diyar kir ku avakirina Sûriyeyeke nû bi pejirandina demokrasî û nenavendîtiyê girêdayê ye. -
Cenazeyê şervana YPJ’ê Stêrk Hêzil hat veşartin
Cenazeyê şervana YPJ`ê Stêrk Hêzil bi merasîmeke girseyî li Kobanê hat veşartin. -
DAÎŞ'ê li Dêrazorê êriş bir ser benda QSD'ê
Çeteyên DAÎŞ'ê li bajarokê El Bahra yê li bejahiya rojhilatê Dêrazorê êriş birin ser benda QSD'ê. Balkêş e ku êrişên DAÎŞ'ê vê dema dawiyê li herêmê zêde bûne. -
Li Efrînê ciwanek ji aliyê çeteyan ve hate kuştin
Li Efrîn a dagirkirî, çeteyên dewleta Tirk dest danîn ser motorsîkleta ciwanekî û ew qetil kirin. -
Ji Rêveberiya Xweser daxuyaniya têkildarî salvegera hilweşîna rejîma Baasê
Rêveberiya Xweser salvegera hilweşîna rejîma Baasê li gelên Sûriyeyê pîroz kir û ragihand, ku hikumeta veguhêz a ku salek e li ser desthilatdariyê ye hêviyên gelên Sûriyeyê şikandiye. -
Li Siwêdayê di êrîşekê de karmendek birîndar bû
Hat ragihandin ku hêzên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê gundewarê rojavayê Siwêdayê bombebaran kir û di encamê de karmendekî Saziya Avê birîndar bû. -
Rejîma Baas ket, HTŞ derket pêş
Li Sûriyeyê rejîma Baas a ku 61 salan li ser desthilatdariyê bû, beriya salekê ket. HTŞ û komên li başûrê welêt hatin ser desthilatdariyê. QSD’ê nehişt ku dewleta Tirk ji rewşê sûd werbigire û li Sûriyeyê qada dagirkeriyê berfireh bike. -
M.S ku çeteyan êşkence lê kiribûn, jiyana xwe ji dest da
M.S yê ku li Efrîna di bin dagirkeriya dewleta Tirk de 42 rojan ji aliyê çeteyan ve hatibû êşkencekirin, jiyana xwe ji dest da. -
Li Helebê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo meş hate lidarxistin
Li Helebê bi sedan kes ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Api meşiyan û banga avakirina civakeke wekehev û aştiyane kirin. -
Cenazeyê şervanê QSD’ê şehîd Zagros hat veşartin
Şêniyên kantona Tebqayê û koçberên Efrîn û Şehbayê cenazeyê şervanê QSD’ê Zagors (Îbrahîm Îbrahîm) veşartin. -
Cenazeyê şehîd Behrî Serêkaniyê hate veşartin
Cenazeyê endamê Hêzên Komandos Behrî Serêkaniyê (Îzedîn Ehmed Ehmed) li Goristana Til Temirê hate veşartin. -
Ji Rêveberiya Xweser biryara 7-8’ê Kanûnê: Her cure çalakî û merasîm qedexe ne
Li gorî biryara nû ya Komîteya Desteya Hundirîn a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo rojên 7-8’ê Kanûnê her cure çalakî û merasîm hatin qedexekirin. -
Hikûmeta Demkî rûspiyekî Elewî girt
Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê li herêma Sehil El Xab rûspiyekî Elewî girt. -
QSD’ê nasnameya şehîdekî eşkere kir
QSD’ê nasnameya şervanê xwe yê di bersivdayîna êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser pira Qereqozaxê de şehîd bû, eşkere kir. -
Li Bejahiya Siwêdayê şer
Li Bejahiya Siwêdayê di navbera hêzên girêdayî Hikûmeta Demkî û Hêzên Parêzvanên Nîştimanî yên Siwêdayê de şer qewimî. -
Federasyona Gaziyan: Hevrê Deştî timî rêya me ronî dike
Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şehîd Deştî Amanos ê ku 6’ê Kanûna 2017’an di êrîşekê de şehîd bû, bi bîr anî û got, “Bi hêz û îradeya şehîdan em ê jiyaneke li ser esasê fikir û felsefeya Rêber Apo diyarî hemû mirovatiyê bikin.” -
Li gundewarê Tertûsê êrîşê tirbeyên Elewiyan kirin
Komeke çekdar a girêdayî hikumeta veguhêz a Sûriyeyê sembol û tirbeyên olî yên li destşa Ekar a Elewiyan şewitandin. -
Hikumeta veguhêz a Şamê bombe li 2 gundan barand
Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê bi droneyan bombe li 2 gundên Dêr Hafirê barand ku di bin kontrola QSD'ê de ne. -
Komên girêdayî Şamê êrîşî du gundên Dêr Hafirê kirin
Komên girêdayî hikûmeta Şamê êrîşê du gundên girêdayî Dêr Hafirê kirin. Di êrîşê de windahiyên canî çênebûn, lê zirar gihişt milkên sivîlan.