QSD’ê nasnameya şehîdekî eşkere kir
QSD’ê nasnameya şervanê xwe yê di bersivdayîna êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser pira Qereqozaxê de şehîd bû, eşkere kir.
QSD’ê nasnameya şervanê xwe yê di bersivdayîna êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser pira Qereqozaxê de şehîd bû, eşkere kir.
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê derbarê şehadeta şervanekî de daxuyaniyek nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hate gotin "Hevrêyê me Zeyno par di bersivdayîna êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê de li ser pira Qereqozaxê şehîd bû. Zeyno bi lehengî li ber xwe da û di rêya parastina gel û xaka xwe de gihaşt asta şehadetê. Em sersaxiyê ji malbata hevrêyê xwe şehîd Zeyno û tevahiya malbatên şehîdan re dixwazin. Em teqez dikin ku xwedîderketina li bîranîna şehîdan û domandina rêya wan dê di meşa me de zindî bimînin ta armancên wan ên avakirina welatekî bê teror û bê dagirkerî bighînin serî."
Li gorî daxuyaniyê, agahiyên derbarê nasnameya şehîd de wiha ne:
Nasnav: Zeyno
Nav û paşnav: Macid Îsa
Navê dayikê: Melka Beşîr El Îsa
Navê bav: Îbrahîm
Cihê jidayikbûnê: Minbic-Hêmer Cîs
Cih û dîroka şehadetê: Pira Qereqozaxê-8 kanûn 2024