Hikûmeta Demkî rûspiyekî Elewî girt
Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê li herêma Sehil El Xab rûspiyekî Elewî girt.
Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê li herêma Sehil El Xab rûspiyekî Elewî girt.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), ragihand ku hêzên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê êvara roja pêncşemê rûspiyê Elewiyan ê herêma Sehil El Xab ê gundewarê Hemayê, Îsa El Xêr girt.
Li gorî SOHR’ê, Îsa El Xêr bêyî ku der barê wî de sûc û biryara girtinê hebin, ji mala wî ya li bajarê Sehleb ê gundewarê Hemayê hat girtin.
Hate diyarkirin lêpirsîn bi El Xêr hat kirin piştre wî sewqî navenda ewlehiyê ya El Nehil a li herêma Siqlibiyê kir. Hate diyarkirin ku ji wê kêliyê ve agahî ji rûspî Îsa El Xêr nayên girtin.
Malbata El Xêr banga aşkerakirina aqûbeta wî û serbestberdana wî kir.