Komên girêdayî Şamê êrîşî du gundên Dêr Hafirê kirin

Komên girêdayî hikûmeta Şamê êrîşê du gundên girêdayî Dêr Hafirê kirin. Di êrîşê de windahiyên canî çênebûn, lê zirar gihişt milkên sivîlan.

Balafira bi çek a bê mirov a komên girêdayî hikûmeta Şamê, gundên Îmam û Um Tînê ya li bakurê navçeya Deyr Hafir a li gundewarê Helebê, hedef girt. Hate ragihandin ku heman kom bi guleyên segvanê rêka herêmê hedef girtine.

Li gorî daxuyaniya Hêzên Sûriyeya Demokratîk, di encama bombebaranê de zirar gihîşt milkên sivîlan û nuqteyên ku hatin hedefgirtin. Di êrîşê de tu windahiyên canî çênebûn.

QSD’ê diyar kir ku êrîş bandorekî neyînî li ewlehî û jiyana rojane ya sivîlan dike û da zanîn ew geşedanan dişopînin.