Li Efrînê ciwanek ji aliyê çeteyan ve hate kuştin
Li Efrîn a dagirkirî, çeteyên dewleta Tirk dest danîn ser motorsîkleta ciwanekî û ew qetil kirin.
Li Efrîn a dagirkirî, çeteyên dewleta Tirk dest danîn ser motorsîkleta ciwanekî û ew qetil kirin.
Çeteyên dewleta Tirk doh li Efrînê Wehîd Bekir (30) sekinandin û dest danîn ser motorsîkleta wî.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên xwecihî hatin wergirtin; ciwanê ji gundê Cuqê dema vedigeriya mala xwe li qada Eyhecereyê ji aliyê çeteyan ve hate rawestandin, piştre hate qetilkirin.
Li Efrînê binpêkirinên dewleta Tirk û çeteyên wê dewam dikin.