ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
MSD: Divê her projeya çareseriyê ya li Sûriyeyê mafên tevahî pêkhateyan misoger bike
MSDˊê diyar kir ku diyaloga Sûrî-Sûrî rêya yekane ya derketina ji krîza heyî ye û anî ziman ku her projeyek çareseriyê li Sûriyeyê divê mafên tevahî pêkhateyan misoger bike, pirrengiya çandî, irqî û olî biparêze. -
Rêya Tebqa-Helebê ji bo wesayîtên sivîl hat vekirin
Hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê rê da ku rêwî di rêya Tebqa-Heleb-Dêr Hafirê re bi awayekî qismî derbas bibin, lê tevgera kamyonên kel û pelan û bazirganiyê heta niha rawestiye. -
Şehîd Dendeh hate veşartin
Cenazeyê endamê Yekîneya Têkoşîna li dijî Narkotîkê Muemmer Dendeh bi merasîmekê hate veşartin. -
HTŞ û DAÎŞ komkujiyên nû plan dikin?
Fikar hene ku çeteyên DAÎŞ'ê yên li Sûriyeyê bi teşwîqa HTŞ a li Şamê desthilatdar e û îstîxbarata Tirk MÎT'ê planên komkujiyên nû li dijî Elewî û Durziyan dikin. -
Li Til Koçerê endamekî Yekîneya Têkoşîna li dijî Narkotîkê şehîd bû
Ji Yekîneya Têkoşîna li dijî Narkotîkê ya Kantona Cizîrê Muemer Dendeh ji ber qezaya trafîkê şehîd bû. -
Meha Mijdarê 5 operasyon hatin kirin: 11 DAÎŞ'î hatin girtin, 4 ji wan serçete bûn
Hate ragihandin ku di operasyonên QSD'ê de yên li herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di meha Mijdarê de kir, 11 çeteyên DAÎŞ'ê hatin girtin ku 4 ji wan serçete bûn. -
Dîlên azadiyê serdana gaziyan kirin
Dîlên azadiyê yên serdana gaziyan kirin, kêfxweşiya xwe anîn ziman. -
Bi sê mûşekan êrîşî Şamê kirin
Bi 3 mûşekan derdora bajarokê Beyt Cin ê başûrê rojavayê Şamê hat bombebarankirin. Der barê encamên bombebaranê de agahî bi dest neketin. -
Meclisa Gelan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rêziknameya xwe erê kir
Meclisa Gelan a Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di rûniştina xwe ya 120ˊan de rêziknameya meclisê erê kir û navê Desteya Çandê kir Desteya Çand û Ronakbîriyê. -
Dewreya perwerdeyê ya 250 şervanên QSD’ê bi dawî bû
250 şervanên ciwan ku ji bo tevlî Hêzên Sûriyeya Demokratîk bibin perwerde wergirtin, sonda xwe xwarin û tevlî bûn. -
Li Şedadê cenazeyê şehîd Ziweyid bi merasîmeke girseyî hate veşartin
Cenazeyê şehîd Ziweyid Xelef El Ehmed li Goristana Şedadê bi merasîmekê hate veşartin. -
Rêya Tebqa-Esreyayê piştî du mehan jinûve li trafîkê hate vekirin
Rêya Tebqa-Esreyayê ku di navbera herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û herêmên navîn ên Sûriyeyê de ye, piştî du mehan jinûve li trafîkê hate vekirin. -
Çeteyên DAÎŞ'ê meha Mijdarê 22 carî êriş birin ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
Çeteyên DAÎŞ'ê meha Mijdarê 22 carî êriş birin ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Di encamê de endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd bû, şervanekî QSD'ê jî birîndar bû. -
Şervanê QSD’ê Xelef Ehmed şehîd bû
QSDˊê bi daxuyaniyekê ragihand ku şervanê wan Şahîn (Ziwêd Xelef Ehmed) di encama krîza dil de şehîd bûye. -
Koçberên Efrîn û Şehbayê: Têkoşîna me ya ji bo vegerê dewam dike
Xelkê Efrîn û Şehbayê ku bi zorê hatin koçberkirin, banga parastina mafên xwe û pêkanîna vegera bi ewle kirin û diyarkirin ku wê têkoşîna wan a ji bo vegerê dewam bike. -
Li Kobanê cenazeyê şehîdek hate veşartin û şehîdek hat bibîranîn
Şêniyên kantona Firatê cenazeyê şehîd Gîvara Gabar bi merasîmeke girseyî veşartin û şehîd Serdema Çiya bi bîr anîn. -
Li Tirbespiyê ji bo şehîd Sîpan Sîdar merasîma bîranînê hate lidarxistin
Meclîsa Malbatên Şehîdan a Tirbespiyê ji bo gerîlayê HPG'ê Sîpan Sîdar (Sîpan Mihyedîn Hesen) li bajarê Tirbespiyê merasîmeke bîranînê lidar xist. -
Yên ku teslîmbûnê napejirînin ew qehreman in
Malbata şehîd Ebdilrehman Murşid ked û berxwedana şehîd Ebdilrehman kir û got, wî ti carî teslîmiyet nepejirand û bi hêviya vegera li ser xaka xwe her tim bi fedekarî dixebitî. -
Hêzên Îsraîlê careke din ketin nava Quneytîrayê
Hêzên Îsraîlê ketin nava gundewarê Quneytîrayê û bendeke demkî ya kontrolê danîn. -
Hêzên hikûmeta demkî kesek qetil kir
Kesê bi navê Wîsam Samûr di topbarana hêzên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê ya li ser Siwêdayê de jiyana xwe ji dest da. -
Li gundewarê Humsê êşkence û binçavkirin
Hêzên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê li gundewarê rojavayê Humsê, bi taybet gundê El Mutearid zêdetirî 50 kesan bi êşkenceyê binçav kirin. -
Şêniyên Efrînî daxwaza vegera bi ewle dikin
Koçberên Efrînê yên li bajarê Hesekê bang li rêxistinên navneteweyî kir ku bi erkên xwe yên derxistina dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji Efrînê rabin û vegera bi ewle misoger bikin. -
Şervanê QSD’ê Gîvara Gabar şehîd bû
QSDˊê ragihand ku şervanê wan Gîvara Gabar di bêbandorkirina mayînekê li Bendava Tişrînê de şehîd bû. -
Rêveberiya Xweser budçeya sala 2026`an nîqaş kir
Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêşnûmeya budçeya 2026’an nîqaş kir. -
Koçberên Efrîn-Şehbayê: Em daxwaza vegera bi ewle dikin
Bi hezaran kesên ku ji neçarî ji kantona Efrîn-Şehbayê koçber bûn bi boneya salvegera yekemîn a dagirkirinê daxuyanî dan û daxwaza vegera bi ewle û rûmet kirin.