Rêya Tebqa-Helebê ji bo wesayîtên sivîl hat vekirin

Hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê rê da ku rêwî di rêya Tebqa-Heleb-Dêr Hafirê re bi awayekî qismî derbas bibin, lê tevgera kamyonên kel û pelan û bazirganiyê heta niha rawestiye.

Tevgera çûn û hatinê ya rêya Tebqa-Dêr Hafirê ji 27ˊê Îlonê ve rawestiye, lê îro, piştî ku hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê yên li ser benda Hemîme rê da, wesayîtên rêwiyan derbas bûn.

Li gorî ajokarên ku îro berê xwe ji bajarê Tebqayê yê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dane bajarê Helebê, endamên li ser benda Hemîme gotine dê rê bi awayekî rojane saet ji 06.00ˊan heta 18.00ˊan vekirî be, lê wê şev girtî be, tenê ji rewşên nexweşiyê re vekiribe.

Ajokaran da zanîn ku wesayîtên rêwiyan û motorsilkêt derbas dibin

Lê tevgera kamyonên kel û pelan û madeyên bingehîn heta niha bêyî zanîna tu sedeman sekiniye.

Duh jî, rêya Tebqa-Eseriya piştî girtina 2 mehan vebû.