Şervanê QSD’ê Xelef Ehmed şehîd bû

QSDˊê bi daxuyaniyekê ragihand ku şervanê wan Şahîn (Ziwêd Xelef Ehmed) di encama krîza dil de şehîd bûye.

Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê diyar kir ku di encama krîza dile şervanê wan Şahîn, dema li ser erka xwe bû, gihaşt asta şehadetê.

Di daxuyaniya navendê de hat gotin ku "Em sersaxiyê ji malbata şehîdan û tevahî malbatên şehîdên xwe dixwazin û dibêjin em şopdarê rêça ku şervanên me di oxira wê de şehîd bûne, ye û em ê armancên wan pêk bînin."

Nasnameya şehîd wiha ye:

Nasnav: Şahîn

Nav û paşnav: Ziwêd Xelef Ehmed

Navê dayikê: Emşe El Elî

Navê bav: Elî

Cihê jidayikbûnê: Hesekê-Ecace

Cih û dîroka şehadetê: Riwêşid-Nexweşxaneya Meamil-krîza dil-01ˊê Kanûna 2025ˊan.