Hêzên Îsraîlê careke din ketin nava Quneytîrayê
Hêzên Îsraîlê ketin nava gundewarê Quneytîrayê û bendeke demkî ya kontrolê danîn.
Hêzên Îsraîlê ketin nava gundewarê Quneytîrayê û bendeke demkî ya kontrolê danîn.
Liv û tevgera hêzên Îsraîlê li başûrê Sûriyeyê zêde dibin. Li hemberî van tevgeran jî hikumeta veguhêz bêdeng e.
Dewriyeyeke leşkerî ya hêzên Îsraîlê vê sibehê ket gundewarê navîn ê Quneytîrayê.
Dewriya ku ji 2 tankaran û hejmarek erebeyên leşkerî pêk dihat, derbasî gundê Qemdaniya ya Rojhilat bûn. Dewriyeyê li ser rêya Semdaniya-Xan Ernebayê bendeke demkî ya kontrolê danî. Piştre li derdora herêmê belav bû.