Dewreya perwerdeyê ya 250 şervanên QSD’ê bi dawî bû

250 şervanên ciwan ku ji bo tevlî Hêzên Sûriyeya Demokratîk bibin perwerde wergirtin, sonda xwe xwarin û tevlî bûn.

Akademiya Şehîd Dilgeş Efrîn a QSD`ê 2 dewreyên perwerdeyê ku 250 fermandar û şervan tevlî bûn, bi merasîmekê bi dawî kir.

Fermandarên Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê, QSD`ê û YPJ`ê beşdarî merasîmê bûn.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê, endamê Fermandariya Giştî ya QSD`ê Luqman Xelîl axivî û hemû şervan û fermandar pîroz kirin. Xelîl destnîşan kir ku perwerde û zanebûn bingeha gihandina şervanan e.

Xelîl got: "Hilgirtina çekan tenê alaveke ji bo pêkanîna ewlehî û aramiyê ye. Em ê her dem amade bin ku bi hemû hêza xwe welatê xwe biparêzin.”

Piştî ku şervan û fermandaran sond xwarin, merasîm bi dawî bû.