ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
NY: Li Sûriyeyê mirov hîna bi zorê tên revandin û windakirin
Neteweyên Yekbûyî (NY) 7’ê Mijdara 2025’an daxuyanî da û diyar kir ku ji dema rejîma Beşar Esad û vir ve zêdeyî 100 hezar kes hîna winda ne. -
Sûriyê, Peymana Santrala Enerjiyê ya 5 GW çêkir
Wezareta Enerjiyê ya Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê ragihand ku li ser çêkirina çar santralên nû yên elektrîkê bi kapasîteya giştî ya 5 gigawatt, bi konsorsiyûmek ku di pêşengiya UCC Holding a navenda wê li Qeterê ye, peyman temam bûye. -
Li Dêrazorê 3 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin
Li Dêrazorê di operasyona Hêzen Ewlekariya Hundirîn de 3 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin. -
Li Efrînê kesekî din hate qetilkirin
Li Efrînê ku di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyan de ye, sûcên li dijî mirovahiyê bê navber dewam dikin. -
Artêşa Îsraîlê careke din kete nava Quneytirayê
Yekîneyên artêşa Îsraîlê doh bi şev careke din ketin nava bajarê Quneytira yê Sûriyeyê. -
'Dive Rêber Apo tavilê di çarçoveya qanûna Mafê hêviyê de bê berdan'
Parêzer Mistefa Şêx Mislim diyar kir ku dewleta Tirk li şûna bicihanîna qanûnê, siyasetê bi kar tîne û qanûnê binpê dike. Mistefa Şêx Mislim got, divê Rêber Apo bi biryara Mafê Hêviyê azad bibe. -
80 şervanên QSD’ê derçûn
Navenda Ragihandina QSDˊê diyar kir ku Akademiyên Şehîd Ednan Ebû Emced ên li Reqayê 4 dewreyên nû bi tevlêbûna 80 şervanên keç û xort ên QSDˊê bi dawî kirin. -
Aldar Xelîl: Hikûmeta Demkî pêvajoyê dirêj dike
Endamê Desteya Hevserokatiyê ya PYDˊê ya kantona Cizîrê Aldar Xelîl di civîna salana ya Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Cizîrê de axivî û diyar kir ku Hikûmeta Demkî ji bo nepêkanîna Peymana 10’ê Adarê, pêvajoyê dirêj dike. -
Hêzên Ewlekariya Hundirîn endamên torekî hişbirê girtin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn qaçaçîxtiya mezin a hebên kaptagonê ku ji bo firotina li kantona Cizîrê têk bir û endamên torê girtin. -
Dewleta Tirk li Efrînê mêtingehan ava dike
Dewleta Tirk li Efrîn a dagirkirî polîtîkayên xwe yên ji bo paqijiya etnîkî û guhertina demografiyê dewam dike. -
Li Kantona Firatê ji bo malbatên şehîdên HPG'ê serdanên sersaxiyê
Li Kantona Firatê ji bo şehîdêwn HPG'ê Aze Rojgirav, Hêlîn Kobanê, Şiyar Qeremox, Cemşîd Elî Esker û Sebrî Kobanê konê sersaxiyê hate vedan. -
Dewreya perwerdeyê ya Hêzên Komando bi dawî bû
Li Akademiya Şehîd Dilgeş Efrîn a li Dêrazorê, dewreya perwerdeyê ya şervanên nû yên Hêzên Komando bi dawî bû. -
Li Şamê ji fatûreyên ceyranê re zema mezin: Hêrsa gel mezin dibe
Li Sûriyeyê koalîsyona HTŞ’ê ya piştî hilweşîna rejîma Beşar Esad a di Kanûna 2024’an de hatiye ser deshilatdariyê, zemeke mezin li fatûreyên ceyranê kir. Hêrsa gel ê ku li gel hilweşîna rejîmê jiyaneke baştir hêvî dikir, mezin dibe. -
Li Efrînê welatiyek hate qetilkirin
Li Efrînê welatiyekî 65 salî bi çekê hate qetilkirin. -
Bejahiya Siwêdayê hate bombekirin
Herêma li rojavayê bajarê Siwêdayê doh bi şev bi çekên giran hate bombekirin. -
Fermandara YPJ'ê: Em ê ji bo azadiya tevahî jinên Sûriyeyê têbikoşin
Ji fermandarên YPJ'ê Emîra Mihemed destnîşan kir ku ew ê li Sûriyeyê feraseta ku rola jinan esas nagire qebûl nakin û got, YPJ wê li her devera Sûriyeyê hebe. -
Nasnameyên 2 şehîdên Hêzên Ewlekariya Hundirîn hat ragihandin
Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameyên 2 endamên xwe ku di qezayeke trafîkê de şehîd bûn eşkere kir û diyar kir ku ew ê armancên wan ên parastina aramî û ewlehiya gel bidomînin. -
Li Efrînê diziya zeytûnan dewam dike
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker, li Efrîna dagirkirî dest danîn ser gelek zeytûnên aîdî Kurdan. -
Li Til Birakê sersaxî ji malbatên du şehîdan re hate xwestin
Bi sedan şêniyên bajarê Til Birakê sersaxî da malbatên endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Mehmûd Cixêf û Medyen Ebûd û soza şopandina rêça wan heta serkeftinê da. -
Îlham Ehmed: Divê pergalekî nenavendî û demokratîk were avakirin
Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Îlham Ehmed ku di konferansa damezirîner a Yekitiya Esnafan de axivî, got ku pêwîstî bi çareseriyên bingehîn hete û divê divê pergalekî nenavendî û demokratîk were avakirin. -
Li Qamişloyê nexweşxaneyeke din jî hate vekirin
Desteya Tenduristiyê ya Kantona Cizîrê li Qamişloyê nexweşxaneyeke din a gel vekir. Nexweşxane dê piraniya xizmetên xwe bê pere pêşkêş bike. -
Şehîdê YPG’ê Gabar Rojava li Kanadayê hate bibîranîn
Kurdistaniyên li Kanadayê, şervanê YPG’ê yê Kanadayî John Robert Gallagher (Gabar Rojava) ê di 5’ê Mijdara 2015’an de li herêma El Hul a nêzîkî Gundê Dalhu di şerê li dijî DAÎŞ’ê de şehîd bûbû, bi merasîmekê li ser gora wî bi bîr anîn. -
Li Humsê 10 kes hatin binçavkirin û kesek birîndar bû
Hêzên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê, li gundê Ekrad El Dasiniyê ya Humsê 10 sivîl binçav kirin. Her wiha di êrîşa çekdarên nenas de kesek birîndar bû. -
Çete li Minbicê ji bo vegerandina mal û milkan pere dixwazin
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker mal û milkên malbatan dagir kirine, bi deh hezaran dolar ji malbatan dixwazin. -
Li gundewarê Hemayê kesek hat qetilkirin
Li gundê El Qeter ê bajarê Hemayê ya ku di bin kontrola Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de ye, di êrîşeke çekdarî de kesek hat qetilkirin.