Ji 35 rêxistin û partiyên siyasî daxuyaniya hevpar: Em bi Elewiyan re ne

35 rêxistin, partiyên siyasî û tevgerên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hemberî êrişên mezhebî, koçberiya bi zorê û komkujiya li ser nasnameyê diyar kirin ku ew bi Elewiyan re ne.

35 rêxistin û partiyên siyasî û civakî yên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îro bi daxuyaniyeke nivîskî êrişên mezhebî yên li dijî pêkhateya Elewî, êriş û binpêkirinên bi heman rengî yên li Sûriyeyê şermezar kirin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ew li hember bûyerên li deverên Elewî lê hene û rageşiya ji çend rojan ve li bajarê Humsê yê Sûriyeyê diqewimin, bi fikar in. Komên çekdar ên girêdayî hikumeta veguhêz a Sûriyeyê dikanên li taxên bajarê Humsê şikandin, mal şewitandin, şênî tirsandin û ji malên wan derxistin. Li gorî şahidan, hêzên hikumetê ne ji bo parastina sivîlan destwerdan kir, lê ji bo hêsankirina karên van koman û parastina wan destwerdan kir.

Di berdewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ji bo bersivdana banga serokê Meclisa Îslamî ya Elewî şêx Xezal Xezal, duh li piranî deverên Elewî lê hene, xwepêşandanên şermezarkirina êrişên mezhebî yên xeternak û daxwaza federaliyê li Sûriyeyê hatin lidarxistin. Lê hêzên hikumeta veguhêz bi avêtina guleyan li dijî xwepêşandêrên li hin herêman bersiv da. Bi wê re kuştî û birîndar çêbûn.

Tevger û partiyên siyasî di daxuyaniya xwe de anî ziman ku tawanbarkirina serokê hikumeta veguhêz Ehmed El Şeri ji bo van xwepêşandanên aştiyane ku "ji aliyên derve ve hatine birêxistinkirin" dubarebûna xîtaba rejîma berê ye. Ji ber ku rejîma berê dengê sûriyeyiyên azad bi "ajan" û "komploger" wesif dikir. Ev xîtab bi carekê Sûriyeyê ava nake, diviyabû bi hilweşîna xwediyê wê re têk biçûya, di heman demê de Sûriyeya nû jî ava nake.

Di berdewama daxuyaniyê de hat gotin ku hikumeta veguhêz di pêvajoya xwe ya çend mehan de îsbat kir ku hemû pêkhateyên Sûriyeyê yek nagire û naxwaze pirrengiya Sûriyeyê ku hêza vî welatî û xweşikbûna wî ye, biparêze. Li kêleka wê jî îsbat kir ku di cewhera xwe de, di aliyê bikaranîna tundiya li dijî sivîlan, pêkanîna xîtaba mezhebî û tesfiyekirina hevrikên xwe de ji rejîma hilweşyayî ne cuda ye.

Di daxuyaniya partiyên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de hat gotin: "Em êriş û binpêkirinên taîfî yên li dijî pêkhateya Elewî şermezar dikin, her wiha êrişên bi heman rengî çi li başûrê Sûriyeyê, yan jî bakur an jî rojhilatê û li çi devereke Sûriyeyê şermezar dikin.

Em di rûbirûbûna êriş û binpêkirinên li dijî taîfeyan, koçberkirina bi darê zorê û qetilkirina li ser nasnameyê de piştgiriya xwe ji pêkhateya Elewî re radigihînin.

Em daxwaz dikin ku bi lez û adilane her kesên beşdarî van sûcan bûne, hêsan kiriye yan jî veşartî ye, çi komên çekdar dibe çi jî saziyên ewlehî dibe werin darizandin.

Em gotinên kîndariyê yên li dijî taîfeyan an jî tundrawî an jî koçberkirin ji kîjan aliyê ve dibe bi tundî red dikin û diyar dikin ku Sûriyeyê tenê li ser bingeha azadî û wekheviya di nava pêkhateyan de dikare ava bibe.

Çareseriya yekane û bingehîn a krîza Sûriyeyê veguhastina yekser ber bi xebata siaysî ya berfireh ve ye ku tevahî nûner ji pêkhateyên Sûriyeyê (Kurd, Ereb, Elewî, Xiristiyan, Durzî, Suryan, Asûrî, Tirkmen û hwd) û hêzên siyasî yên demokratîk beşdarî nivîsandina destûrê bibin. Divê ev destûr jî li ser bingeha demokrasî û nenavendiyê be ku mafên tevahiyan biparêze.

Em bang li civaka navneteweyî, NYˊyê û Komkara Erebî dikin ku bi berpirsiyariyên xwe yên qanûnî û exlaqî yên parastina sivîlên Sûriyeyî rabin û ji bo rawestandina binpêkirina û destpêkirina pêvajoya siyasî ya rasteqîn bi hevkariya navneteweyî zextê bikin.

Sûriye ne bi guleyan, ne jî bi koçberkirin ne jî bi gotinên kîndariyê yên mezhebperest ava nabe, Sûriye tenê dê bi edalet, wekhevî û şirîkatiyeke rasteqîn di nava tevahî pêkhateyên wê de were avakirin."

Partî û rêxistinên daxuyanî daye ev in:

1- Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK)

2-Partiya Kesk a Demokrat

3-Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê

4-Partiya Lîberal a Kurd li Sûriyeyê

5-Partiya Komunîst a Kurdistanê

6- Partî Demuqratî Kurdistanî-Sûrî

7-Partiya Demokrat a Kurdî ya Sûriyeyê

8- Partiya Çep a Kurd li Sûriyeyê

9- Partiya Çep a Demokrat a Kurd li Sûriyeyê

10-Partiya Sûriyeya Pêşerojê

11- Partiya Guhertina Demoqrat a Kurdistanê

12- Tevgera Nûjen a Kurdistanê-Sûriya

13- Yekitiya Karkerên Kurdistanê (YKK)

14-Heye El Weteniye El Erebiya (Desteya Nîştimanî ya Erebî)

15-Partiya Nûjen û Demokratîk a Sûriyeyê

16- Partiya Rêkeftina Demokrat a Kurdî li Sûriyê

17-Partiya Çaksaziyê-Sûriye

18-Partiya Asûrî ya Demokrat

19- Partiya Biratî ya Kurdistanê (PBK)

20- Partiya Roj a Demokratîk li Sûriyê

21-Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM)

22-Kongra Star

23-Partiya Muhafazekaran

24-Partiya Têkoşîna Demokrat

25- Şepêla Pêşerojê ya Kurdistanê

26-Partiya Demokrat a Kurdistanê-Rojavayê Kurdistanê

27-Partiya Guhertina Demokratîk

28-Partiya Yekitiya Suryanî

29-Partiya Kombûna Nîştimanî ya Kurdistanê

30-Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK)

31-Partiya Yekitiya Demokrat a Kurdî li Sûriye (Yekitî)

32-Tevgera Çepgir a Şoreşgerî li Sûriyeyî

33-Partiya Sûraya ya Demokrat

34-Partiya El Weten El Sûrî

35- Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD).