BI DÎMEN

Hêzên hikumeta veguhêz gule li xwepêşandêran reşandin

Hêzên Hikumeta Veguhêz a Şamê gule li girseya gel reşandin ku bi daxwaza federasyon, nenavendîbûn û rabûna li ber tundiyê daketibû qadan.

Li gorî ajansa nûçeyan a ANHA'yê li Laziqiyeyê pêkhateya Elewî, bi armanca şermezarkirina tundî û êrişên vê dawiyê yên li Humsê çêbûne, li Çexerêya Zîraa çalakiyek lidar xist. Lê komeke ciwanan bi keviran êrişî kombûnê kir, piştre gule hatin avêtin û çend xwepêşandêr birîndar bûn.

Li Humsê jî komekê bi heman rengî bi ço û kêran êrişî xwepêşandêran kir, birîndarî çêbûn û rasterast gule li xwepêşandêran barandin.

Piştî xwepêşandêr hatin gulebarankirin, li tevahî bajar û bajarokên di bin kontrola hikumeta veguhêz a de tevgereke zêde ya hêzên leşkerî yên hikumetê heye.