ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
'Efrîn ne bi artêşeke din, lê bi gelê xwe dikare ewle be'
Siltana Hemdî got, "Em ne ji artêşeke din, lê ji zarokên xwe bawer dikin" û destnîşan kir ku vegera bi ewle ya li Efrînê tenê bi avakirina mekanîzmaya xweparastinê ya gelê xwecihî dibe. -
Li Siwêdayê şer qewimî
Şeva bihurî li gundewarê rojavayê Siwêdayê pevçûnên demkurt çêbûn. -
HRW: Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê di dadweriyê de şefafî û berfirehî nîşan nade
HRW raporek weşand û destnîşan kir ku hikûmeta demkî ya li Sûriyeyê di dadweriya pêvajoya demkî de gavên cidî û şefaf neavêtiye. Rêxistinê bang li hikûmetê kir ku tevdîrên berbiçav û berfireh bigire da ku hesab ji hemû sûcdaran were xwestin. -
Rojavayê Siwêdayê bi çekên giran tê topbarankirin
Gundewarê rojavayê Siwêdayê bi çekên giran tê topbarankirin. Der barê windahiyên mirovî de agahî nehatine tomarkirin. Hat diyarkirin ku ev rageşî, bi hewlên ketina li herêmê pêk tên. -
Li Sûriyeyê bihayên înterneta mobîl bû du qat: Gel banga boykotê kir
Operatorên mobîl Syriatel û MTN ji ber ku pakêtên daneyan kêm kirin û bihayê wan ji sedî 200 zêde kirin rê li ber nerazîbûna gel vekir û banga boykotê hate kirin. Bihabûn piştî ku serokê Hikûmeta Demkî ya Şamê Şara li DYE’yê soza reforman da, pêk hat. -
Çeteyan kesek qetil kir û yek jî birîndar kir
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li gundewarê Dêr Hafir kesek qetil kir û li Minbicê kesek kesek birîndar kir. -
Xelkê Qamişlo, Tirbespiyê, Til Hemîs û Amûdê ji bo azadiya Rêber Apo meşiya
Şêniyên bajarên Qamişlo, Tirbespiyê, Til Hemîs û Amûdê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo meşiyan. Bi hezaran kes tevlî meşê bûn. -
Li taxa Someriyê şênî ji malên xwe têne derxistin
Li taxa Someriyê ya Şamê ku piraniya şêniyên wê Elewî ne, hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ji bo valakirina malan 24 saetan dem da şêniyan ku ev yek bû sedema aloziyê. Şêniyan diyar kirin ku malên wan hatine işaretkirin ku bêne hilweşandin. -
Belgefîlma "Naharina" îşaret bi mozaika civakî ya li herêmê dike
Di çarçoveya bernameya roja 4ˊemîn a Mîhrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Rojava ya 5ˊan de belgefîlma "Naharina" hat pêşkêşkirin. Belgefîlm behsa binesaziya civakê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, komîn, zehmetiyên jîngehê yên ji ber ziwabûna çeman dike. -
Endameki Hêzên Ewlekariya Hundirîn di êrîşa çekdarî ya li Dêrazorê de şehîd bû
Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku endamekî wan di êrîşa çekdarî ya komeke "terorîst" li gundewarê kantona Dêrazorê de şehîd bû. -
Li Şêxmeqsûdê ji bo du şehîdên QSD’ê merasîma xiyabî hat lidarxistin
Xelkê taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê yê tevlî merasîma xiyabî ya şervanên QSDˊê şehîd Rûmet Çîlo û Ebdullah Efrîn bûn û soza xwe ya şopandina rêya şehîdan û parastina nirxên wan dubare kir. -
Li Qamişloyê sibe wê meşa azadiyê bê lidarxistin
Li Qamişloyê wê sibe ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo meşeke girseyî bê lidarxistin. -
Hêzên hikumeta veguhêz êriş birin ser Siwêdayê
Hêzên Parastina Neteweyî ya Siwêdayê ragihandin ku wan bersiv dane êrişkariya hêzên Hikumeta Veguhêz. -
Li Sûriye ya 'nû' xeterî mezin dibe: DAÎŞ di kemînê de ye!
DAÎŞ ku ji hilweşîna rejîma Esad û vir ve sûdê ji avaniya cîhadîst a desthilatdariya nû û nearamiya li Sûriyeyê sûdê werdigire, hewl dide ku bi ser xwe ve bê. Raporên navneteweyî işaretê bi gefa ewlekariyê dikin. -
Êrîş li ser herêma Humsê pêk hat: 5 kes hatin qetilkirin
Komeke çekdar êrîşî gundê Um Hartên yê rojavayê Humsê kir. Di êrîşê de tevî muxtarê gundê Wadî El Mewla 5 kes hatin qetilkirin û hinek jî birîndar bûn. -
QSD: Hêzên me êrîşeke hêzên hikûmeta demkî ya li gundewarê Reqayê têk bir
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) eşkere kir ku hêzên wan êrîşeke komên çekdar ên hikûmeta veguhez ya Sûriyeyê li gundewarê Reqayê têk bir û ragihand ku di êrîşê de 3 şervanên wan birîndar bûne. -
Nûrî Mehmûd: Divê tecrubeya gelê me bibe bingeha avakirina Sûriyeya Demokratîk
Fermandarê Giştî yê Erka Xweparastinê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Nûrî Mehmûd diyar kir ku divê modela Rêveberiya Xweser ya heyî bibe bingeha avakirina Sûriyeyeke Demokratîk a ne navendî. -
Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Rojava di roja 3’an de rastî eleqeyekî mezin hat
Di 5'emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Rojava ku li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo tê lidarxistin de, ji belgeselê heta fîlmên kurt, ji metrajên dirêj ên bi mijara civakî heta semînerên sînemayê gelek naverokên berfireh hatin pêşkêşkirin. -
Li Kobanê imzekirina 3 pirtûkan li dar xist
Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Weşanên Şilêr, li bajarê Kobanê ahenga imzekirina 3 pirtûkan li dar xist. -
QSD’ê du malbatên li gundewarê Tebqayê li hev anî
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li bajarokê El Cirniyê yê kantona Tebqayê, du malbatanên ji eşîrên El Imêrat û El Şefrat li hev anîn. -
Şêniyên kantona Firatê sersaxî dan du malbatên şehîdan
Şêniyên kantona Firatê sersaxî ji malbata şehîd Şiyar Kobanê û Mazlûm Kobanê re xwest. Di merasîma sersaxiyê de şoza şopandina rêya şehîdan hate dayîn. -
Rewşa sînemaya Kurd a li Bakur hat nîqaşkirin
Di Mîhrîcana Fîlman a Rojava ya Navneteweyî de sînemager Omer Leventoglu semînerek bi navê “Di sînemaya Kurd de beşek; sînemaya Bakur” da. Di semînerê de rewşa sînemaya Kurd a li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê hat nîqaşkirin. -
QSD: Abdullah, Pîro, Rênas û Rûmet sembola berxwedana me ya şoreşgerî ne
QSD’ê, bi daxuyaniyekê şehadeta hevrêyên xwe Abdullah Efrîn, Pîro Mordem, Rênas Amed û Rûmet Cîlo ragihand û got, “Ew sembolên berxwedana me ya şoreşgerî ne.” -
Îdîayên têkildarî teqîna li Şamê
Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê duh ragihand ku duh li herêma Mezê ya Şamê êrîşên bi moşekan pêk hat û di encamê de jinek birîndar bû. Lê belê çavkanî dibêjin ku bûyer di encama hewldanên tasfiyeya navxweyî ya hikûmetê de pêk hatiye. -
Li Şamê teqînên li pey hev çêbûn
Hate diyarkirin ku di teqînên li pey hev ên li herêma Mezê ya Şamê de mirî û birîndar hene. Teqîn li derdora Dibistana 86ˊan, Supermarketa Fadî û Mizgehta El Rehman pêk hat.