ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Federasyona Gaziyan 3 şehîd bi bîr anî
Federasyona Gaziyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 3 şehîd bi bîr anî û got, “Di vê têkoşîna bi heybet de bi hezaran fedaiyên bi felsefe û fikra Apoyî pêşengî ji gelan û şoreşê re kirine bi lehengî şer kirine, li ber xwe dane û gihiştine şehadetê hene.” -
'Rêber Apo xwişk û biratiya gelan xurt dike'
Ji civaka Suryan Dr. Ezîz Ahê diyar kir ku Rêber Apo tevî ku di şert û mercên dijwar de jî, li ser têkoşîna gelan perspektîfeke berfireh bi pêş xist û xwişk û biratiya gelan xurt kir. -
Kulîlka ku tê hêvîkirin: Hêvî*
Hin mirov mîna navê xwe ne... Ji ber vê yekê taybetmendiyên xwe li derdora xwe jî belav dikin. Ew tovên ku min li nava axê reşandin, bi ruhê Hêvî jinûve şîn bûn; hêvî bi kulîlkên wî careke din şîn bû. -
Hêzên Şamê gundên Siwêdayê topbaran kirin
Hêzên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê bi çekên giran gundên başûrê bajarê Siwêdayê topbaran kirin. -
Cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn hat veşartin
Cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mihemed Asim Elî bi merasîmekê li şehîdgeha a li bajarê Hesekê hat veşartin. -
'Şehba veguheriye qada binpêkirina mafên mirovan'
Komîteya Koçberan a Şehbayê girtinên li herêmên Şehba, Til Eran û Til Hasilê şermezar kir û bang li hêzên navneteweyî kir ku bikevin nava liv û tevgerê. -
Meclîsa Giştî ji bo Efrînê bang kir
Meclîsa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê diyar kir ku dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrînê jiyan tevizandine, demografî û dîroka herêmê diguherînin. -
Li Humisê êrîşa çekdarî: 2 kes hatin qetilkirin
Di êrîşa çekdarî ya li bajarokê Reble yê gundewarê başûrê Humisê ya di bin kontrola Hêzên Hikumeta Demkî de, 2 kes hatin qetilkirin. -
Yûsif Gulo û neviyên wî hatin bibîranîn
Xelkê Qamişloyê, Yûsif Gulo û neviyên wî yên ku bi SIHA’yên dewleta Tirk hatin qetilkirin, di 4’emîn salvegera şehadeta wan de hatin bi bîr anî û destnîşan kir ku Yûsif Gulo sembola yekîtiya gelan û di rêya azadiyê de mînaka berxwedan û israrê ye. -
Li Kantona Cizîrê çalakiyên 25’ê Mijdarê hatin lidarxistin
Li gelek bajarên kantona Cizîrê rêzeçalakiyên têkoşîna dijî tundiya li ser jinan hatin lidarxistin. Di çalakiyan de hat gotin ku pêwîstî bi afirandina hişmendiya civakî ya li ser bingeha wekhevî û hevkariya di navbera jin û mêran de heye. -
Li Siwêdayê 4 cenazeyên din hatin teşxîs kirin
Navenda Tiba Edlî ya Siwêdayê, ji 5 cenazeyan 4 heb ku li gundê Tailê di rewşa rizînê de hatin dîtin, teşxîs kir. Xebatên teşxîskirina cenazeyekî dewam dike. -
Li Efrîn a dagirkirî kesek hate kuştin
Li Efrîn a dagirkirî kesekî ji gundekî navçeya Cindirêsê ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve hate kuştin. -
Çeteyan 11 kes revandin
Çeteyên dewleta Tirk li bajarokê Til Eran ê li başûrê Helebê 11 kes revandin. -
Li Siwêdayê êrişa bi droneyê: 2 kes birîndar bûn
Li Siwêdayê bi droneyê êriş li ser wesayitekê hate kirin, di encamê de 2 kes birîndar bûn. -
Li Dêrazorê mayîn bi erebeya QSDˊê de teqiya
Li gundewarê rojhilatê Dêrazorê mayîna ku şaneyên çeteyên DAÎŞˊê çandibû bi erebeyeke QSDˊê de teqiya: Di êrîşê de ti birîndarî çênebûn. -
316 xwendevanên Zanîngeha Kobanê derçûn
Li Kobanê ji bo 316 xwendekaran, li Stadyuma Şehîd Bawer Agir şahiya derçûnê bi dirûşma "Zanîn xwebûn e, xwebûn hebûn e" hat lidarxistin. -
Konferansa YRJ’ê bi dawî bû: Em ê têkoşîna xwe ya heqîqetê bêyî navber bidomînin
Yekitiya Ragihandina Jin (YRJ) Konferansa xwe ya 4’emîn bi dirûşma “Bi Mezinkirina YRJ’ê Em ê Bibin Dengê Şoreşa Jinê” li dar xist. Konferans bi hilbijartina meclîsa nû û daxuyaniyekî bi dawî bû. -
Ji bo şehîd Şervan Şoreş merasîma xiyabî hat lidarxistin
Beşdarên merasîma xiyabî ya ji bo gerîlayê HPGˊê Şervan Şoreş li Helebê hat lidarixstin, wiha gotin, "Meşa serkeftinên ku bi saya fedakariyên şehîdan pêk hatine dê di çarçoveya Banga Aştî û Civaka Demokratîk de bidome." -
Li kampa Holê serçeteyekî DAÎŞ’ê hat girtin
TOLˊê yê QSDˊê de çarçoveya hevkariya rasterast de bi hêzên Koalîsyona Navneteweyî re operasyoneke ewlehiyê li Kampa Holê li dar xist. Di encama operasyonê de serçeteyek DAÎŞ’ê yê Iraqî hat girtin. -
Bijîşkên Sînornenas ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê banga piştevaniyê kir
Rêxistina Bijîşkên Sînornenas (MSF) ji bo li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê av û xizmetên tenduristiyê bên dabînkirin, banga piştevaniyê kir. -
Îlham Ehmed: Em piştgirî didin rakirina pêkanînan, lê divê dengê jinan were bihîstin
Îlham Ehmed di konferansa YRJ’ê de axivî û got, “Meseleya Sûriyeyê gihişte Washingtonê. Em piştgirî didin rakirina pêkanînan, lê divê dengê jinan were bihîstin.” -
NY: Li Sûriyeyê mirov hîna bi zorê tên revandin û windakirin
Neteweyên Yekbûyî (NY) 7’ê Mijdara 2025’an daxuyanî da û diyar kir ku ji dema rejîma Beşar Esad û vir ve zêdeyî 100 hezar kes hîna winda ne. -
Sûriyê, Peymana Santrala Enerjiyê ya 5 GW çêkir
Wezareta Enerjiyê ya Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê ragihand ku li ser çêkirina çar santralên nû yên elektrîkê bi kapasîteya giştî ya 5 gigawatt, bi konsorsiyûmek ku di pêşengiya UCC Holding a navenda wê li Qeterê ye, peyman temam bûye. -
Li Dêrazorê 3 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin
Li Dêrazorê di operasyona Hêzen Ewlekariya Hundirîn de 3 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin. -
Li Efrînê kesekî din hate qetilkirin
Li Efrînê ku di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyan de ye, sûcên li dijî mirovahiyê bê navber dewam dikin.