Ji bo şehîd Şervan Şoreş merasîma xiyabî hat lidarxistin

Beşdarên merasîma xiyabî ya ji bo gerîlayê HPGˊê Şervan Şoreş li Helebê hat lidarixstin, wiha gotin, "Meşa serkeftinên ku bi saya fedakariyên şehîdan pêk hatine dê di çarçoveya Banga Aştî û Civaka Demokratîk de bidome."

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Helebê ji bo gerîlayê HPGˊê Şervan Şoreş (Heyder Mamo) ê ku di berxwedana Zapê ya li dijî artêşa Tirk a dagirker şehîd bûbû, merasîmeke xiyabî li dar xist. Merasîm li Qada Şehîdan a beşa rojavayê taxa Şêxmeqsûdê hat organîzekirin. 

Piştî deqeyek rêzgirtinê hevserokê meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê Elî El Şêx axivî û destnîşan kir ku bi hezaran têkoşer di oxira pransîbên pê bawer kirine, azadiya gel û welat de tev li karwanên şehîdan bûn.

El Şêx da zanîn ku pêvajoya têkoşînê ya demdirêj a ku Rêber Apo û şehîdan dest pê kiriye, ji bo misogeriya parastina destkeftiyan, divê ji aliyê civakê ve were temamkirin.

Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Şêro Mihemed jî got şehîdan di oxira garantiya azadiya civakî û welat de canê xwe feda kir.

Li aliyekî din jî hevseroka Meclisa Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Hêvîn Silêman got, "Şehîd Şervan Şoreş nimûneya bêhempa bû, li çiyayên Kurdistanê fedakariyên mezin dan, bi hevrêyên xwe re berpirsiyariya dîrokî ya têkbirina dagirkeran û rizgarkirina welat hilgirtin."

Hêvîn Silêman, destnîşan kir ku meşa serkeftinên ku bi fedakariya şehîdan pêk hatine dê di çarçoveya Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo kiriye de, bidome.

Dûre wesîqeya şehîd Şervan Şoreş hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.

Merasîm bi dirûşmên "Şehîd Namirin" bi dawî bû.