Kurdistaniyan ji 25’ê Çileya 2021’an ve her Çarşem li pêşiya Ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Cenevreyê, ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bang li saziyên navnteweyî dikin ku berpirsyariyên xwe bi cih bînin.
Çalakiya vê hefteyê, bi deqîqeyekî rêzgirtinê ji bo bîranîna Hozan Serhed (Suleyman Alpdogan), Sara Hogir Riha (Gulsun Silgir), Demhat Amed (Îslam Olçay), Bîşeng Brûsk (Rojda Bîlen), Leşker Cûdî (Metîn Tetîk), Şehîdên Komujiya Pirsûsê û 9 pêşmergeyên Komaleya Zehmetkêşan a Rojhilatê Kurdistanê, destpê kir.
Piştre, li ser navê Komîteya Pêngava ji Rêber Apo re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Demokratîk a Cenevreyê Hasan Încî daxuyanî da.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Şoreşa Rojava ku di 18’ê Tîrmeha 2021’an de destpê kir, ji bo gelê Kurd û gelên Rojhilatê Kurdistanê, xalekî werçerxê yê dîrokî ye û şehîdên şoreşê hatin bibîranîn.
Di daxuyaniyê de îşaret bi Peymana Lozanê ya 24’ê Tîrmeha 1923’an hat kirin û hate bilevkirin ku peyman zemîna hiqûqî ya çar parçebûna Kurdistanê ye. Bertek nîşanî dewletên ku ji Peymana Qesri- Şirîn heta Lozanê, di polîtîkayên înkar û asîmîlasyonê ya li dijî gelê Kurd rol lîstine, hat dayîn.
Di berdewamiya daxuyaniyê de 9 pêşmergeyên Komeleya Zehmetkêşan ên ku di êrîşa dawî ya Îranê li ser Başûrê Kurdistanê de şehîd bûn, hatin bibîranîn û sersaxî ji bo malbat û xizmên wan hate xwestin. Hate diyarkirin ku operasyonên leşkerî yên Îranê li ser herêmên Kurd, îradeya gelê Kurd hedef digre.
Di daxuyaniyê de îşaret bi hevdîtina dawî ya şandeya DEM Partiyê bi Rêber Apo re hat kirin û hate gotin ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd avêtina gavên şênber neçarî ye.
Hate gotin ku divê Rêber Apo di pêvajoya muzakereyê de bibe xwedî statuyeke hiqûqû û hevdîtin bi aliyên cuda ên civakê re û aliyên navneteweyî re hevdîtin bike.
Di dawiya daxuyaniyê de jî 33 rêwiyên xeyalan ên ku di 20’ê Tîrmeha 2015’an e li Pirsûsê di êrîşa DAÎŞ’ê de hatin qetilkirin, hatin bibîraîn û hate destnîşankirin ku têkoşîna azadî, wekhevî û xwişk-biratiyê ya gelan berdewam bike.
Komîteya Cenevreyê bang li tevahî Kurdistaniyan kir ku tevlî çalakiya ku bi wesîleya sala 103’emîn a Peymana Lozanê di 25’ê Tîrmehê de li Lozanê were lidarxistin, bibin.
Di daxuyaniyê de banga xwedîderketina li mafên dîrokî ya gelê Kurd û têkoşîna wan a hevpar hat kirin û îşaret bi girîngiya raberkirina îradeya yekîtiyeke xurt û piştevaniyê li Lozanê, hat kirin.