Li Siwêdayê 4 cenazeyên din hatin teşxîs kirin
Navenda Tiba Edlî ya Siwêdayê, ji 5 cenazeyan 4 heb ku li gundê Tailê di rewşa rizînê de hatin dîtin, teşxîs kir. Xebatên teşxîskirina cenazeyekî dewam dike.
Navenda Tiba Edlî ya Siwêdayê, ji 5 cenazeyan 4 heb ku li gundê Tailê di rewşa rizînê de hatin dîtin, teşxîs kir. Xebatên teşxîskirina cenazeyekî dewam dike.
Tiba edlî li Siwêdayê nasnameyên hejmarek cenazeyên ku piştî zêdetirî 100 rojî li derveyî gundê Tailê yê Siwêdayê mabûn, nas kirin. Ew yek piştî êrîşa hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê û komên çekdar ên girêdayî li dijî herêmê di Tîrmehê de, pêk hat.
Li gorî tiba edlî, nasnameyên 4 cenazeyên nû ku ji gundê Tailê hatin rakirin nas kirin û navên wan wiha ne;
Hindiye Zîb, Hesîbe El Elî, Sekriye El Hemod û Xalid Şahîn.
Tiba edlî diyar kir ku cenazeyê kesê 5ˊemîn nehatiye naskirin, ji ber ku cenaze di qonaxa pêş a helandinê de ye.
Hîna bi dehan xelkê Siwêda û gundewarê wê winda ne û tu agahî li ser wan tune ne û bi dehan cenaze jî li çolê li gundên bakur û rojava ne. Lê ji ber hebûna hêzên hikumeta veguhêz û komên çekdar ên girêdayî wê li wan herêman zehmet e werin rakirin.