Li Dêrazorê mayîn bi erebeya QSDˊê de teqiya
Li gundewarê rojhilatê Dêrazorê mayîna ku şaneyên çeteyên DAÎŞˊê çandibû bi erebeyeke QSDˊê de teqiya: Di êrîşê de ti birîndarî çênebûn.
Li gundewarê rojhilatê Dêrazorê mayîna ku şaneyên çeteyên DAÎŞˊê çandibû bi erebeyeke QSDˊê de teqiya: Di êrîşê de ti birîndarî çênebûn.
Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê ragihand ku mayîneke şaneyên çeteyên DAÎŞˊê li ser rêya bajarokê Sûsê yê gundewarê rojhilatê Dêrazorê çandibû bi erebeyek QSDˊê de teqiya.
Li gorî daxuyaniyê, di encama teqînê de ti şervanên wan birîndar nebûn, lê tenê zirarên sivik bi erebeyê de bûn.