Li Efrînê kesekî din hate qetilkirin

Li Efrînê ku di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyan de ye, sûcên li dijî mirovahiyê bê navber dewam dikin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê ragihand ku 2 çekdarên rûgirtî şêniyê bi navê Mihemed Ehmed Derwîş (55) ê ji gundê Burc Ebdalo yê bajarê Şêrawayê kuştiye.

Li gorî rêxistinê, bûyer doh êvarî pêk hat û ev agahî hatin parvekirin: "Dema ku Mihemed û hevjîna xwe li baxçeyê xwe di bin konê xwe de şîv dixwar, 2 çekdarên rûgirtî bi ser wan de girt û bi demançeyê gule li Mihemed reşandin. Piştre yekser reviyan."

Hate zanîn ku Mihemed Derwîş birîndar bûye û veguhastine nexweşxaneyeke Helebê, lê tevî hewldanan jî jiyana xwe ji dest daye.

Roja çarşemê (5 Mijdar) jî şêniyê bi navê Şukrî Ehmed Oso (65) ê ji gundê Keferzîta ji aliyê çekdaran ve hatibû qetilkirin.