Li Dêrazorê 3 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin

Li Dêrazorê di operasyona Hêzen Ewlekariya Hundirîn de 3 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Hêzên Têkoşîna li dijî Terorê (HAT) û Dezgeha Ewlehiya Giştî bi desteka Hêzên Ewlekariya Hundirîn berbanga 6’ê Mijdarê operasyoneke bi bandor li gundewarê bakurê Dêrazorê li dijî şaneyeke çeteyên DAÎŞ’ê li dar xist.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku operasyon piştî şopandina tevgera endamên şaneyê hate destpêkirin û ev agahî hatin parvekirin "Operasyon di çarçoveya hewldanên domdar ên têkbirina şaneyên rêxistinî û zuhakirina jêderên terorê li herêmê de pêk hat. Hêzên me piştî şopandineke bi baldar a tevgerên şaneya terorîst, bi ser cihên wan de girt û bêyî ku zerar li endamên me were cihên şaneyê kontrol kir."

Di daxuyaniyê de hate ragihand ku di operasyonê de 3 çeteyên şaneyên DAÎŞ’ê hatin girtin û miqdarek çek, belge, alavên peywendiyan hatine desteserkirin.

Hêzên ewlekariyê diyar kir ku wan dest bi lêkolînan kirine, piştre dê kesên girtî sewqî dozgeriyê bike.