ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
1`ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê hat pîrozkirin: Em ê Sûriyeyek demokratîk ava bikin
1`ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê li Kantona Firatê bi coşa bi hezaran kesan hate pîrozkirin. Nûnerên Rêveberiya Xweser û gel destnîşan kir ku berxwedana Kobanê mîrateya hevpar a mirovahiyê ye û soza avakirina Sûriyeyek demokratîk, azad û nenavendî dan. -
MSD’ê ji nû ve dest bi xebatên rêgezên destûrî kir
MSD’ê dest bi xebatên hevdîtina şêwirî yên der barê rêgezên destûrê de dike. Hevdîtinên şêwirî di 25’ê Tebaxê de hatibûn taloqkirin. -
El Mihbaş: Hevbaşî bingeha avakirina Sûriyeya nû ye
Ebid Hamid El Mihbaş diyar kir ku destkeftiyên şoreşê tenê keda komekê nîne, ji aliyê hemû pêkhateyên Sûriyeyê ve hatiye bidestxistin û lewma divê hemû Sûriyeyî beşdarî avakirina Sûriyeya nû bibin. -
Di operasyona li Reqayê de 5 çete hatin girtin
QSD’ê ragihand ku di operasyona ewlehiyê ya li Reqayê de 5 çete hatin girtin ku 3 ji wan serçete ne. -
MSD: Şerê Kobanê têkoşîna parastina nirxên mirovî bû
MSD’ê bi wesîleya Roja Kobanê ya Cîhanê daxuyanî da û got, “Şerê Kobanê ne tenê parastina erdnîgariyekê bû, lê parastina nirxên mirovî û projeyeke neteweyî ya demokratîk bû.” -
QSD’ê li Reqayê operasyoneke ewlehiyê da destpêkirin
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li bajarê Reqayê li dijî şaneyên çeteyên DAÎŞ’ê operasyoneke ewlehiyê da destpêkirin. -
Berxwedana mezin a bajarek biçûk: Kobanê
Berxwedana bajarekî biçûk bûye mîrateyek bêhempa. Îro, Kobanê careke din serketiye û li dijî terorê bûye cihê herî ewle. -
Girtiyê ku piştî 30 salan hate berdan li Helebê bi tilîliyan hat pêşwazîkirin
Rûav Avrîn (Mihemed Remzî Mamo) ê ku piştî 30 salan ji girtîgehên dewleta Tirk hat berdan, li taxa Şêxmeqsûd a Helebê bi tilîliyan hat pêşwazîkirin. -
Fermandarê QSD’ê El Hadî: Em ji bo pêkanîna ewlehî û aramiyê bibiryar in
Endamê Fermandariya Meclisa Leşkerî ya Reqayê Ayid El Hadî bal kişand ser zêdebûna êrîşên şaneyên çeteyên DAÎŞˊê ku li ser ewlehiyê herêmê xeterî çêdikin û diyar kir ku QSD’ê xebatên xwe ji bo bidawîlêanîna şaneyên çeteyên DAÎŞˊê didomîne. -
Li Efrîna dagirkirî talan û wêran didome
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker û hevkarên wê li Efrînê herî kêm 150 darên zeytûnan birîn. -
Gaziyên şer: 1’ê Mijdarê di encama berxwedaneke mezin de pêk hat
Gaziyên şer ên berxwedana Kobanê yên 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz kirin û diyar kirin ku ev roj di encama berxwedan û têkoşîneke man û nemanê de pêk hat. -
Gurzek ji Berxwedana Kobanê
Di nava berxwedaniya Kobanê de bi hezaran çîrokên ku hîn di bin kevir û latekî de mane hene, lê bi berxwedana wan jî Kobanê ma û bû cihê destpêkê yê têkçûna DAÎŞ’ê. -
Çeteyên dewleta Tirk ji bo desteserkirinê dikanan mohr dikin
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Efrîna dagirkirî bi armanca desteserkirinê, dikanên şêniyan bi mûma sor mohr kirin. Şêniyan banga lezgîn li aliyên navneteweyî û rêxistinên hiqûqî kirin ku van binpêkirinan rawestînin. -
Cenazeya yek ji pêşengên jinan Hêvî Silêman hate veşartin
Şêniyên Qamişloyê û koçberên Efrîn-Şehbayê bi mersîmeke biheybet cenazeya endama Koordînasyona Kongra Star a Efrîn-Şehbayê şehîd Hêvî Silêman veşartin. -
Li Şamê komeke çekdar êrîşî sivîlan kir: 5 kes birîndar bûn
Li herêma Mesakin El Zehriyat a Şamê bi dehan çekdaran êrîşî sivîlan kirin û di encama êrîşê de 5 sivîl birîndar bûn. Hat diyarkirin ku çekdaran gefa derxistina şêniyan ji Mesakinê xwar. -
Li Til Temirê cenazeyê Ebdulxaliq Mihemed Baqî hate veşartin
Şêniyên bajarê Til Temirê û gundewarê wê cenazeyê endamê Gumrika Cizîrê şehîd Ebdulxaliq Mihemed Baqî Kotî ku di qezaya trafîkê de şehîd bû, veşartin û soza şopandina rêya şehîdan dubare kirin. -
QSDˊê bi dîmenekê îdiayên Hikûmeta Demkî derewand
QSDˊê bi dîmenekê îdiayên Hikûmeta Demkî ku dibêje QSD’ê bi muşekê êrîşî hêzên Hikûmeta Demkî ya li gundewarê Bendava Tişrînê kiriye, derewand. -
Li Rojava bi hezaran jinan daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kirin
Li Qamişlo, Tirbespiyê, Dêrik, Til Koçer, Til Hemîs, Çilaxa, Girgê Legê, Amûdê û Rimêlanê bi hezaran jinan li Qamişloyê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kirin. -
Bi hezaran kes ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo meşiyan
Li bajar û gundên Kantona Cizîrê bi hezaran kes ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo meşiyan. -
Li Heleb û Hemayê 2 kes mirin, li Îdlibê 2 cenaze hatin dîtin
Li Heleb û Hemayê di êrîşên çekdarên nenas de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan. Li Îdlibê jî 2 cenaze hatin dîtin. -
QSD’ê nasnameya şehîdekî xwe eşkere kir
Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) nasnameya şervanê xwe yê sala 2024’an li Minbicê şehîd bû, eşkere kir. -
Hêzên Ewlekariya Hundirîn salvegera 12’an a damezrandina xwe pîroz kir
Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê salvegera 12’an a damezrandina xwe pîroz kir û diyar kir ku ew ê parastina herêmê timî bidomînin. -
Piştî dilîtiya 30 salan li Rojava ye
Hacer Xelîl Yusuf a ji Efrînê, piştî 30 sal girtîbûna di zindanên Tirkiyê de, xwe gihand Şoreşa Rojava. Hacer Xelîl Yusuf got, “Şoreşa Rojava ji bo min cihê şahî û rûmetê ye.” -
MSDˊê şandeyek ji rêxistinên civaka sivîl ên Ewropayê pêşwazî kir
MSDˊê şandeyek ji Konfedrasyona Kurd li Ewropa û Yekitiya Parêzerên Kurd li Elmanyayê, ku ji gelek kesayetên di warê hiqûqî û civakî aktîv in, pêşwazî kir. -
QSD: Teqîna li Tişrînê, ji ber mayina Hikûmeta Demkî çêbû
Navenda Ragihandina QSDˊê îdiayên hedefgirtina hêzên wê ya nuqteyeke leşkerî ya hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê li nêzî Bendava Tişrînê derewandin û diyar kir ku bûyera pêk hatiye ji ber teqîna mayinekê hêzên hikumetê bi xwe ye.