Bi sedan şêniyên bajarê Til Temirê û gundewarê wî yê kantona Cizîrê, li pakrewangeha şehîdên Til Temirê di merasîma ji bo endamê Gumrika Cizîrê şehîd Ebdulxaliq Mihemed Baqî Kotî de amade bûn. Şehîd Ebdulxaliq Kotî di dema pêkanîna karê xwe de li herêma Ebû Fas, li ser rêya Şedadê – Hesekê di qezayekê de şehîd bûbû.
Di merasîmê de endamên saziyên civaka sivîl, nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên jinan û hevrêyên şehîd amade bûn.
Di merasîmê de li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Temirê endamê meclisê Mahir El Ebdo behsa kesayeta şehîd kir.
Bavê şehîd, Mihemed Baqî Kotî jî serbilindiya xwe bi şehadeta kurê xwe anî ziman û got ew her tim nimûneya lehengî û dîspilînê bû.
Di dawiya merasîmê de wesîqeya şehadetê ya şehîd Ebdulxaliq Kotî hat xwendin û ji bo malbata wî hat radestkirin. Piştre, cenazeyê şehîd bi tilîliyên dayikan hat veşartin.