Hêzên Ewlekariya Hundirîn salvegera 12’an a damezrandina xwe pîroz kir

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê salvegera 12’an a damezrandina xwe pîroz kir û diyar kir ku ew ê parastina herêmê timî bidomînin.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi boneya salvegera 12’emîn a damezrandina xwe daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn saziyek neteweyî ye, bi saya fedekariyên gel çêbûye, bûye mertala parastina ewlehî û aramiyê û stûnek bingehîn a aşitiya civakê.

Fermandariya Giştî diyar kir ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji dema damezrandinê ve, ji bo parastina mirovan, parastina rûmet û azadiya wan û pêkanîna aramiya civakê, têdikoşie. Ev hêz di şerê li dijî terorîzm, sûc û madeyên hişber de xwedî roleke berbiçav bû û bi ruhê edalet û berpirsiyariyê zagon û qanûn sepandine.

Fermandariyê diyar kir ku ev sazî îro nasnameyeke neteweyî ya yekgirtî nîşan dide, ku hemû pêkhateyên Sûriyeyê, Kurd, Ereb, Suryanî, Asûrî, Çerkez û Êzîdî di nava xwe de dihewîne, her wiha jin bi awayekî çalak di nava xebatên ewlehî û rêveberiyê yên cûrbecûr de, cih digrin.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn diyar ku ew ê li ser şopa şehîdên xwe têkoşîna xwe ya ji bo ewlekariyê berdewam bike ta ku aramiyê li tevahiya axa Sûriyeyê pêk bîne.