El Mihbaş: Hevbaşî bingeha avakirina Sûriyeya nû ye

Ebid Hamid El Mihbaş diyar kir ku destkeftiyên şoreşê tenê keda komekê nîne, ji aliyê hemû pêkhateyên Sûriyeyê ve hatiye bidestxistin û lewma divê hemû Sûriyeyî beşdarî avakirina Sûriyeya nû bibin.

Partiya Sûriyeya Pêşerojê bi armanca şîrovekirina rewşa siyasî civîneke li hola xwe ya li bajarê Şedadê yê kantona Cizîrê li dar xist. Girseyeke mezin a şêniyên bajar, bajarok û gundewarên Şedadê, hevserok û endamên Partiya Sûriyeya Pêşerojê, nûnerên hêzên leşker û saziyên sivîl beşdarî civînê bûn.

Hevserokê Partiya Sûriyeya Pêşerojê Ebid Hamid El Mihbaş ku di heman demê de hevserokê şandeya dan û standinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye geşedanên siyasî nirxandin. El Mihbaş anî ziman ku divê diyaloga siyasî berdewam bike ku siberojeke ewletir bo tevahiya Sûriyeyan were mîsogerkirin û got: "Em dixebitin ku çareserî bi rêya diyalogan pêk werin û mafên hemû gelan û ewlehiya herêmê werin parastin."

El Mihbaş destnîşan kir ku serkeftina şoreşê ne berhema komek an aliyekî taybetî bû û got, serketin ji aliyê tevahiya Sûriyeyan ve hat bidestxistin û divê tevahî Sûriyeyî di şekildana Sûriyeya nû de şirîk bin.

Ebid Hamid El Mihbaş bal kişand ser hevdîtinên di navbera şandeyên Rêveberiya Xweser û hikumeta veguhêz de û destnîşan kir ku armanca van hevdîtinan ew e ku bighêjin tifaqekê ku mafên şêniyan mîsoger bikin û îstiqrara siyasî pêk bîne.

Ebid Hamid El Mihbaş di dawiya axaftina xwe de banga tevkarî û piştgiriya Rêveberiya Xweser kir û anî ziman ku beşdarî û tevkarî dê bibin wesîleya siberojeke baştir ji bo her kesî.

Beşdaran jî nêrînên xwe anîn ziman û geşbîniya xwe bi hewldanên Rêveberiya Xweser û baweriya xwe bi diyaloga siyasî anîn ziman. Her wiha îşaret pê kir ku ji bo aştî û geşbûn pêk werin ew amade ne piştgiriyê bidin.