Li Efrîna dagirkirî talan û wêran didome
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker û hevkarên wê li Efrînê herî kêm 150 darên zeytûnan birîn.
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker û hevkarên wê li Efrînê herî kêm 150 darên zeytûnan birîn.
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê ragihand ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker tevî komeke kesên hawirde, di 2 rojên borî de bi kêmanî 150 darên zeytûnan talan kirin û şikandin.
Rêxistinê diyar kir ku çete û kesên li Efrînê hatine bicihkirin li ser rêya gundê Heyat-Deşta Ketixê yên gundewarên Efrînê derdora 150 darên zeytûnan ên şêniyê bi navê Şukrî Dimilî talan kirin û şaxên wan şikandin.
Li gorî rêxistinê, kesên hawirde, talankirina darên zeytûnan didomînin.