ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Hikmet El Hicrî: Em daxwaza serxwebûna tam a Siwêdayê dikin
Serokê Rûhanî yê Civaka Misilmanên Miwehidîn a Durziyan şêx Hikmet El Hicrî diyar kir ku nêrîna wan a ji bo Siwêdayê li ser bingeha "serxwebûna tam" e û got mafê çarenûsê yê xelkê Siwêdayê mafekî bêveger (qethî) ye. -
Şêniyên Dirbêsiyê şehîdek veşart û gerîlayek bi bîr anî
Şêniyên Dirbêsiyê cenazeyê akademisyenê Hêzên Xweparastinê şehîd Ebdulwehab Xelef veşartin û gerîlayê HPGˊê şehîd Şevger Dirbêsiyê bi bîr anî. -
Bi dronan 12 caran êrîşî Siwêdayê kirin
Hêzên hikumeta demkî ya Sûriyeyê bi dronan êrişî rêbendeke kontrolê ya li ser rêya bajarê Welga ya li gundewarê Siwêdayê kir. Di encamê de hejmarek ji endamên Hêzên Parêzvanên Niştîmanî birîndar bûn. -
Cenazeyê şehîd Feysel Elî El Cerbûi hate veşartin
Bi sedan şêniyên kantona Cizîrê bi merasîmekê cenazeyê şehîd Feysel Elî El Cebûî li Pakrewangeha Şehîd Egab El Eswed a li Til Koçerê veşartin. -
Ji Kampa Holê 840 Iraqî ber bi welatê xwe ve bi rê ketin
Ji Kampa Holê 840 welatiyên Iraqî di bin çavdêriya Koalîsyona Navneteweyî de ber bi Iraqê ve bi rê ketin. -
Destîna Kobanê: YAT ji bo parastina xaka Sûriyeyê amade ye
Fermendara Giştî ya Yekîneyên Antî Teror Destîna Kobanê diyar kir ku rola Yekîneyên Antî Terorê di têkbirina DAÎŞ’ê de sereke ye, herwiha tekez kir ku weke YAT wê li hember her cûre êrîş bisekinin û ji bo parastina tevahî xaka Sûriyeyê amade ne. -
Li gundewarê Laziqiyê cenazeyek hat dîtin
Li Laziqiyê cenazeyê ciwanê ku berî çend rojan ji aliyê çekdarên nenas ve hatibû revandin, hat dîtin. -
QSD’ê bersiva êrîşa li Dêrazorê da
Şervanên QSD’ê bersiva êrîşa li dijî nuqteyeke Kantona Dêrazorê da. Li herêmê bêdengî serwer e. -
Konferansa Meclisa Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan bi dawî bû
Konferansa Meclisa Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan a 3’yemîn li bajarê Rimelanê hate lidarxistin, bi hilbijartina meclîsa nû û diyarkirina plansaziyên serdema pêş bi dawî bû. -
Gaziyên herêma Cizîrê şehîd Bêrîtan bi bîr anîn
Gaziyên şer ên herêma Cizîrê di 33’yemîn salvegera şehadeta şehîd Bêrîtan (Gulnaz Karataş) wê bi bîr anîn. -
Şehîd Berîtan li Rojava, Sûriye û Lubnanê hate bîranîn
Yek ji pêşengên berxwedana jinên Kurd Gulnaz Karataş (Bêrîtan) di 33’yemîn salvegera şehadeta xwe de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Sûriye û Lubnanê hate bîranîn. -
Leşkerên Tirk ciwanekî Sûriyeyî qetil kir
Leşkerên Tirk li Serêkaniyê ciwanek qetil kir û yek jî birîndar kir. -
Hikûmeta veguhêz ji bo razîkirina dewleta Tirk dîrokê berevajî dike
Lêkolînvan û dîrokzanan nerazîbûn nîşanî guhertinên ku hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê di materyalên dersan de çêkirine, dan û diyar kirin ku armanca van guhertinan razîkirina dewleta Tirk e. -
2 şervanên QSD’ê şehîd bûn
QSD’ê ragihand ku şervanên wan Hesen Şedadê û El Heyebî li Dêrazorê şehîd bûn. -
2 girtiyên ku piştî 30 salan hatin berdan, li Şêxmeqaûdê bi coş hatin pêşwazîkirin
Mihemed Emîn Îsmaîl û Lemya Osê ku 30 sal di zindanên dewleta Tirk de hatin girtin, li taxa Şêxmeqsûd a Helebê ji aliyê sedan kesî ve bi tilîlî î, def û zirneyê hatin pêşwazîkirin. -
Komên çekdar ên rûgirtî êrîşî gundên Tertûsê kirin
Çekdarên rûgirtî, li gundên gundên Sehil Ekar ê Tertûsê bi motorsilklêt û erebeyên bêplake bi ser malên welatiyan de girtin û bê serûber gule li welatiyan reşandin. -
Çeteyên dewleta Tirk li Babê zarokek qetil kirin
Li gundewarê rojhilatê Helebê zarokek bi destê çeteyên dewleta Tirk a dagirker hat qetilkirin. -
Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê sektora înşaetê rawestiya
Ji ber dorpêça hikûmeta demkî ya Sûriyeyê, li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê projeyên înşaetê rawestiyan û xeteriya bêkariyê zêde dibe. -
Wall Street Journal: DAÎŞ sûd ji valahiya ewlehiyê ya li Sûriyeyê digre
Rojnameya "Wall Street Journal" a Amerîkayê di raporekê de diyar kir ku çeteyên DAÎŞ'ê sûd ji valahiya ewlehî, rewşa tevliheviyê ya li Sûriyeyê û vekişîna hêzên Amerîkayê ji hin xalan wergirt, ku ji nû ve çalakiyên xwe xurt bike. -
Li Qamişloyê operasyona ewlehiyê: Sûcdarek hat kuştin, 4 kes hatin binçavkirin
Desteya Hundirîn a kantona Cizîrê, li gundekî Qamişloyê li dijî komeke bazirganên hişbirê û kesên destên wan di kiryarên diziyê û revandinê de hene operasyonek ewlehiyê li dar xist. Di encamê de bazirganek hat kuştin û 4 jî hatin binçavkirin. -
Kongreya Îslama Demokratîk şehîd Bêrîtan bi bîr anî
Meclîsa Jinan a Kongreya Îslama Demokratîk a kantona Cizîrê şehîd Bêrîtan di salvegera 33'emîn a şehadeta wê de bi bîr anî û got, "Di dilê her jineke ku ji bo oxira azadiyê têdikoşe de ye." -
Hêzên Ewlekariya Hundirîn 8 gumanbar binçav kirin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Qamişlo, Reqa û Dêrazorê 8 gumanbar bi tawanên bazirganiya hişbirê û diziyê binçav kirin. -
Şehîdê QSD'ê Hesen El Ilêwî hate veşartin
Şêniyên Şedadê cenazeyê şehîdê QSD'ê Hesen Mihemed El Ilêwî bi merasîmeke girseyî spart axê. -
TOL'ê serçeteyekî DAÎŞ'ê girt
Tîmên Operasyonên Leşkerî yên QSD'ê (TOL) bi hevkariya Hêzên Koalîsyona Navneteweyî serçeteyekî DAÎŞ'ê girt. -
Li Dêrazorê 2 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin
Navenda Ragihandina Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi daxuyaniyekê diyar kir ku bi piştgiriya hêzên Koalîsyona Navneteweyî li bakurê Dêrazorê 2 çeteyên DAIŞˊê hatin girtin.