Li Efrîn a dagirkirî kesekî din hate kuştin

Li Efrîn a dagirkirî kesek ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve hate kuştin, kesek jî bi giranî birîndar bû.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriye ragihand çeteyên dewleta Tirk a dagirker kesê bi navê Îbrahîm Ehmed Yasîn  qetil kir û hevjîna wî Menal Mehmûd bi giranî birîndar kir.

Li gorî rêxistinê 3 çeteyên dewleta Tirk a dagirker derdora saet 03.00’an ê berbanga pêncşemê (13 Mijdar 2025) li gundê Meyremîn a bajarê şera yê Efrînê de bi ser mala wan de girt. Rêxistinê da zanîn ku çeteyan destpêkê gule li Menal Mehmûd, piştre hevjînê wê Îbrahîm Yasîn reşandin.  Kurê wan ê yekane jî girêdane. Rêxistinê da zanîn ku çeteyan piştî sûc kirin yekser reviyan.

Rêxistin da zanîn ku Îbrahîm di cih de jiyana xwe ji dest da û Menal a birîndar ji bo nexweşxaneya Ezazê hat veguhestin. Tê gotin ku birîna wê giran e û hîna di bin çavdêriyê de ye.