ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Êrîşa li dijî hikumeta veguhêz: 3 mirî, 9 birîndar
Li Dêrazorê di êrîşa bombeyî ya li ser wesayita hêzên Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê de 3 kes mirin, 9 kes jî birîndar bûn. -
Li Helebê êrîş: 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn
Hêzên hikumeta veguhêz a Şamê êriş benda kontrolê ya çerxerêya Şêxhan a Helebê kir. Di encama êrişê de 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi giranî birîndar bûn. -
QSD'ê nasnameya 3 şehîdan eşkere kir
Navenda Ragihandinê ya QSD'ê nasnameya 3 şervanên xwe eşkere kir ku hefteya derbasbûyî şehîd bûn. -
Li Dêrazorê 3 çeteyên DAÎŞ'ê hatin girtin
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li bejahiya Dêrazorê 2 operasyon pêk anîn. Di encamê de 3 çeteyên DAÎŞ'ê hatin girtin. -
Çekdarên ser bi Şamê êriş birin ser gundên Siwêdayê
Hate ragihandin ku çekdarên ser bi hikumeta veguhêz a Şamê bi çekên giran gundewarê bakurê Siwêdayê topbaran kirin. Şervanên Siwêdayê bersiva êrişê dan û şer derket. -
Navendekî Zenûbiya ya li Dêrazorê hat şewitandin
Navenda Kombûna Jinan a Zenûbiya ya li bajarokê Ebû Hemam ê gundewarê Dêrazorê ji aliyê kesên nenas ve hate şewitandin. Ji bo girtina sûcdaran lêpirsîn hat destpêkirin. -
3 dekanên Zanîngeha Firatê di qezayê de jiyana xwe ji dest dan
Li ser rêya Hesekê-Dêrazorê qezayeke trafîkê çêbû, di encamê de 3 dekanên Zanîngeha Firatê jiyana xwe ji dest dan û gelek kes birîndar bûn. Li Kobanê jî di qezayeke de jî xwişk û birayek jiyana xwe ji dest dan. -
Li Tertûsê cenazeyê jinekê hat dîtin
Li beravaTertûsê cenazeya jinekê destgirêdayî hat dîtin. Ev bûyer, di demekê de ku sûcên kuştinê li herêmên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê zêde bûne de, pêk hat. -
Rêyên ku diçin Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hîna girtîne: Astegkirin û gef zêde dibin
Hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê girtina 2 rêyên sereke yên ber bi taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê ve didomîne. Her wiha lêgerîn û gefên xwe yên li ser gel û bi taybet zarokan didomîne. -
Li Kobanê ji bo 4 şehîdên azadiyê merasîm hat lidarxistin
Bi sedan şêniyên kantona Firatê cenazeyê şervanê QSD`ê Mehmûd El Ehmed bi merasîmeke biheybet veşartin û 2 gerîlayên HPG’ê û şervanekî Meclisa Leşkerî ya Minbicê jî bi bîr anîn. -
Li gundewarê Reqayê êrîşa çekdarî: 2 sivîl hatin qetilkirin
2 êrîşkar êrîşî bendeke kontrolê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li rojhilatê Reqayê kir, di encamê de 2 sivîlên li ser bendê bûn hatin qetilkirin. Her wiha êrîşkarek hat kuştin. -
2 şervanên QSD’ê şehîd bûn
QSD’ê şehadeta Çiyager Amara û Egîd Serhed ragihand û wiha got, "Eniyên berxwedanê wê hevreyên me Çiyager û Egîd bi bîr bînin." -
Li Tirbespiyê 77 şehîd hatin bîranîn
Meclîsa Malbatên Şehîdan ji bo bîranîna 77 şehîdan merasîmek lidar xist. Di bîranînê de hate ragihandin ku wê ji bo armancên şehîdan bidin ser şopa wan. -
Rêya Tebqa-Selemiyê hîn girtî ye
Hêzên ser bi Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê 9 roj in rêya navbera Tebqa û Selemiyê ya bajarê Hemayê girtine. -
Meclisa Gelan a Demokratîk, Qanûna Parastina Jîngehê erê kir
Meclisa Gelan a Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di rûniştina xwe ya asayî ya bi hejmara 118ˋan de Qanûna Parastina Jîngehê erê kir, hevserokekî meclisê û hejmarek endam ji bo meclisê hilbijartin. -
Xeyala şehîd Bawer Agir piştî 7 salan bi cih hate anîn
Stadyûma Şehîd Bawer Agir ê li Girê Spî şehîd bû di festîvalê de hat vekirin. Avaşîn Misto bi bîr xist ku xeyala şehîd Bawer vekirina stadyûmeke bi vî rengî ku wê xizmeta ciwanan bike bû û got ku bi vekirina stadyûmê vê xeyalê pêk tînin. -
Li Şehbayê du zarok hatin revandin
Komeke çekdarên rûgirtî 2 zarokên keç ji gundê Nêrebiyê revandin. -
Şehîdên Çapemeniya Azad di salvegera şehadetên xwe de hatin bibîranîn
Şehîdên Çapemeniya Azad; Mihemed Reşo, Saad Ehmed, Wîdad Ardimcî û Dîlan Olmez di 6’emîn salvegera şehadetên xwe de hatin bibîranîn. -
Rêya Tebqa-Selemiyê 8 roj in girtî ye
Hêzên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê rêya ku bajarê Tebqa yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi bajarê Selemiyê yê hundirê welêt ve girêdide, 8 roj in girtî ye. -
Li Helebê zêdetirî 7 ciwanên Kurd hatin revandin
Hêzên hikûmeta demkî ciwanên Kurd ên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê hedef girtin. Şahidan ragihandin ku ciwan li nuqteyên kontrolê hatine rawestandin, tundî li wan hat kirin û hin ji wan ji aliyê kesên bi maske hatin revandin. -
Mazlûm Ebdî: Vegera ewle ya koçberan rojeva sereke ye
Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mazlûm Ebdî di hevdîtina şandeya Komîteya Koçberan a Serêkaniyê de diyar kir ku vegera bi ewle û miogeriya qanûnî ya ji bo penaberan yek ji armancên sereke yên QSD'ê ye. -
Hevdîtina li Şamê bi dawî bû
Hevdîtina şandeya leşkerî û ewlehiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hikumeta veguhêz a Sûriyeyê bi dawî bû. -
Komîteya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Şamê ye
Komîteyeke leşkerî û ewlekariyê ya ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li paytexta Sûriye Şamê ye. -
Salih Muslim: Tirkiye di nava vê hevsengiyê de nîne, bila gelê me ji me bawer bike, em xurt in!
Salih Muslim got, eleqeya bûyerê li Sûriyeyê bi pêvajoya çareseriyê ya li Tirkiyeyê nîne, QSD wê bi rengekî xweser di nava Artêşa Sûriyeyê ya nû de bi roleke girîng rabe û destnîşan kir, ku Tirkiye di nava vê hevsengiyê de nîne. -
Ji ber qedexeya sotemeniyê li Şêxmeqsûdê saetên kehrebeyê hatin daxistin
Şaredariya Gel a Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ragihand ku Hikûmeta Demkî rê nade ku sotemenî derbasî her du taxan bibin û ji ber vê yekê saetên xebitandina jeneratorê hatiye kêmkirin.