Operasyonên li dijî DAÎŞ'ê dewam dikin: Cotmehê 79 çete hatin girtin
QSD'ê diyar kir ku meha Cotmehê li dijî şaneyên DAÎŞ'ê 6 operasyon hatin kirin û 2 jê serçete 79 çete hatin binçavkirin.
QSD'ê diyar kir ku meha Cotmehê li dijî şaneyên DAÎŞ'ê 6 operasyon hatin kirin û 2 jê serçete 79 çete hatin binçavkirin.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ku têkoşîna li dijî şaneyên DAIŞ’ê dewam dikin, di meha Cotmehê de 6 operasyon li dar xistin, di encamê de 79 çete hatin girtin.
1’ê Cotmehê QSD’ê êrişeke şaneyên çeteyên DAIŞ’ê ya li herêma Tikêhî ya rojhilatê Dêrazorê têk bir û 3 çeteyên şaneyê girtin. Her wiha miqdarek çek û belge desteser kir ku têkiliyên bi DAIŞ’ê re û planên wan ên êrişan li dijî sivîlan îsbat dikin.
5’ê Cotmehê QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn li gundewarên bajarê Eyn Îsayê bi taybetî li bajarokê Hîşe û derdora wê operasyoneke ewlehiyê pêk anî. Di encama operasyonê de 71 çete hatin girtin û miqdareke çek desteser kirin.
16’ê Cotmehê Hêzên Komandos ên QSD’ê bi desteka hêzên Koalîsyona Navneteweyî 2 operasyon li gundewarên rojhilatê Dêrazorê li dar xistin. Operasyona yekemîn li gundê Berîha yê herêma Bisêra hat lidarxistin. Di operasyonê de çeteyekî DAIŞ’î hat girtin û miqdarek çek hat desteserkirin. Di operasyona duyemîn de ku li gundê Sebha yê heman herêmê hat lidarxistin 2 çete hatin girtin.
21’ê Cotmehê Tîmên Operasyonên Leşkerî (TOL) yên girêdayî QSD’ê bi desteka Koalîsyona Navneteweyî operasyoneke ewlehiyê li bajarê Tebqayê li dar xist. Di encamê de serçeteyî şaneyeka DAIŞ’ê Ehmed Ebdulqadir El Mûsa ku ji Tebqayê hat girtin. Li gorî QSD’ê serçete El Mûsa berpirsê wergirtin û radestkirina çeteyan bo şaneyan û şopandina nuqteyên QSD’ê bû.
23’yê Cotmehê TOL’ê bi destek û hemahengiya Koalîsyona Navneteweyî operasyonek li bajarokê Meskene yê rojhilatê bajarê Helebê li dar xist. Di operasyonê de serçeteyê bi navê Ehmed Xelef El Hisên ê ji heman bajarok hat girtin.
Bi giştî di meha Cotmehê de 6 operasyon hatin lidarxistin. Di encamê de 2 jê serçete 79 çete hatin girtin.
Ji destpêka îsal ve 76 operasyon ji aliyê QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve hatin lidarxistin. Li gorî daxuyaniyan, di van operasyonan de 2 serçete di nav de 7 çete hatin kuştin, her wiha 5 serçete di nav de, 175 çete hatin girtin.