Şaneyên çeteyên DAÎŞ’ê di meha cotmehê de jî êrîşên xwe li ser herêmên Bakur û Rojhilat Sûriyeyê dewam kirin.
2’ê Cotmehê çeteyên DAÎŞ’ê li ser rêya gundê Miêzîliyê yê bakurê Reqayê êrîşî erebeya leşkerî ya QSD’ê kir. Di encamê de 2 şervan birîndar bûn.
5’ê Cotmehê şaneyên çeteyên DAÎŞ’ê li gundê Mihêmîdiyê yê rojavayê Dêrazorê bi rêya mayînekê erebeya QSD’ê kir hedef. Di encamê de 2 şervan bi sivikî birîndar bûn.
7’ê Cotmehê, çeteyên DAÎŞ’ê li ser rêya di navbera gundê Mihêmîdiye û çerxerêya Mamil a rojavayê Dêrazorê de êrîşî erebeya Nivîsgeha Kar û Barên Rêxistinan a Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê kir. Di êrîşê de ajokar birîndar bû.
11’ê Cotmehê 2 çeteyên DAÎŞ’ê ku li motorsîklêtekê bûn, êrîşî benda kontrolê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li bajarokê Kisra yê gundewarê rojavayê Dêrazorê kir. Hêzên Ewlekariyê bersiva êrîşê da û şer derket. Di şer de windahiyên mirovî çênebûn.
13’ê Cotmehê, 2 çeteyên DAÎŞ’ê li motorsîklêtekê bûn li bajarokê Til Semin ê gundewarê bakurê Reqayê êrîşî erebeya QSD’ê kir, di encamê de şervanek şehîd bû û yek jî birîndar bû.
15’ê Cotmehê çeteyekî DAÎŞ’ê li motorsîklêtê bû, êrîşî benda kontrolê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li bajarokê Kerama yê gundewarê rojhilatê kantona Reqayê kir. Di êrîşê de 2 sivîl hatin qetilkirin. Di bersivdayîna êrîşê de êrîşkar hat kuştin. Di heman rojê de şaneyek çeteyên DAÎŞ’ê bi RPG’ê êrîşî nuqteya Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê ya li bajarokê Behra yê rojhilatê kantona Dêrazorê kir. Şervanên meclisê bersiva êrîşê da û şer derket. Der barê encamên şer de agahî nehatin parvekirin. Di heman demê de şaneyekê êrîşî nuqteya Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê ya li bajarokê Şifa yê Dêrazorê kir piştre reviyan.
16’ê Cotmehê şaneyên çeteyên DAÎŞ’ê li bajarokê Zîbanê yê gundewarê rojhilatê kantona Dêrazorê bi guleyên RPG’ê êrîşî nuqteyeke Hêzên Ewlekariya Hundirîn kir. Hêzên Ewlekariyê bersiva êrîşê da.
17’ê Cotmehê şaneyên çeteyên DAÎŞ’ê bi hinceta ku pereyên "Zekatê" nadin DAÎŞ’ê li bajarokê Behra yê Dêrazorê êrîş bire ser dikanên şêniyan. Di saetên şevê yên heman rojê de jî şaneyên çeteyên DAÎŞ’ê avahiya Meclisa Sivîl a bajarokê şewitand û êrîşî nuqteya Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê ya li bajarokê Sûsê yê gundewarê rojhilatê kantona Dêrazorê kir şervanên meclisê bersiva êrîşê da û şer derket. Di encamê de şervanek birîndar bû.
19’ê Cotmehê şaneyên DAÎŞ’ê li bajarokê Mihêmîda yê gundewarê rojavayê Dêrazorê êrîşî erebeya Hêzên Têkoşîna Li dijî Sûcan a Hêzên Ewlekariya Hundirîn kir û 4 endamên Hêzên Têkoşîna li dijî Sûcan birîndar bûn.
20’ê Cotmehê şaneyên DAÎŞ’ê li gundê Hîsan ê herêma Kisra ya gundewarê rojavayê kantona Dêrazorê bi êrîşeke bombeyî li dijî erebeya QSD’ê pêk anî. Di êrîşê de 2 şervan şehîd bûn û 3 jî birîndar bûn. Di heman rojê de şaneyên çeteyên bi rêya bicihkirina mayînekê li ser pira Mihêmîdiya- Rêya Xurafî ya gundewarê rojavayê Dêrazorê erebeya şervanên QSD’ê kir hedef. Di encamê de 2 şervan şehîd bûn û 2 jî birîndar bûn.
24’ê Cotmehê şaneyên DAÎŞ’ê bi rêya bicihkirina mayînekê li derdora postxaneya li ser rêya giştî ya bajarokê Mihêmîdayê erebeya QSD’ê kir armanc. Di bûyerê de tenê zerarên madî li erebeyê bû. Di heman rojê de şaneyên çeteyên DAÎŞ’ê li bajarokê Sûsê yê kantona Dêrazorê konê Festîvala Hinaran şewitandin.
29’ê Cotmehê 2 DAÎŞ’î li bajarokê Fal ê gundewarê bakurê Dêrazorê êrşî tankera petrolê kirin. Di êrîşê de ajokarê tankerê birîndar bû û zerarên madî li tankerê bû.
Bi giştî di meha Cotmehê de 18 êrîş ji aliyê şaneyên çeteyên DAÎŞ’ê ve li dijî herêmê hatine kirin. Di encama van êrîşan de 5 şervanên QSD û 2 sivîl şehîd bûne. Her wiha 10 şervanên QSD, 4 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û 2 sivîl birîndar bûn.
Şaneyên çeteyên DAÎŞ’ê ji destpêka îsal (2025) ve 202 êrîş li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirine. Piraniya êrîşan li kantona Dêrazorê hatine kirin.
Di Îlona borî de 12 êrîş pêk anîn. Di van êrîşan de 21 şervanên QSD’ê şehîd bûn, 9 şervan û sivîlek jî birîndar bûn.