Perwerdekarê ku xwest rewşa perwerdeyê bê başkirin, lêdan xwar

Li bajarê Girê Spî yê dagirkirî, rêveberê dibistanekê ji ber ku rexne li sîstema perwerdeyê kir û xwest, rewş bê başkirin, lêdan xwar.

Çavkaniyên xwecih ji bajarê Girê Spî yê dagirkirî dane zanîn ku şêniyên  bajarokê Silûkê vê sibehê rêveberê Dibistana Sibax Cuma Hisên ku  ji ser hişê xwe çûye dît.

Li gorî agahî û dîmenên ku ajansa ANHA'yê weşand, 3 çekdarên li erebeyeke reş a bê nimure bûn, rêveberê dibistanê Cuma El Hisên revand û wî birin cihekî nediyar.

Çavkaniyan dane zanîn ku Cuma El Hisên lêdan xwariye û ji ser hişê xwe ve çûye.

Di dîmenek berê de El Hisên ji "Meclisa Girê Spî ya Xwecih" xwestibû ku rewşa perwerdeyê were başkirin.