Komên çekdar êrîşî herêma Dîmas a Şamê kirin

Bi dehan çekdaran li ser motorsiklêtan siwar bûbûn, bi avêtina guleyên bêserûber û bombeyan êrişî malên sivîlan ên li herêma Dîmas a gundewarê Şamê kir û camên dikanan şikandin. Çekdaran xwestin Elewî ji herêmê derkevin.

30 çekdarên ku li motorsiklêtan siwar bibûn êrişî taxên gundewarên herêma Dîmas a Şamê ku piraniya şêniyên wê Elewî ne, kir.

Li gorî medyayên dîjîtal û çavkaniyên xwecihî, êrîş li dijî herêma "Xamîse" û "Muxalefat Xamîse" û hin deverên din hatin pêkanîn.

Heman çavkaniyan eşkere kir ku çekdaran gule û bombe bê serûber diavêtin welatan, camên dikanan şikandin. Ev yekê di nava şêniyan tirsek rê li ber titdê vekir û li taxê qedexeya derketinê hat ragihandin.

Çekdaran gef li şêniyên taxê ku piranî Elewî xwarin û ji wan xwest ku yan tavilê derkevin an jî "hûn ê werin kuştin".

Çalakvanên xwecihî diyar kir ku ev kiryar beşek ji siyaseta koçberkirina Elewiyan ji Şamê ye.

Berê jî li taxên Someriye, Wirûd û Mezê 86ˊan ku piraniya şêniyên wan Elewî ne, heman sûc û êrîş hatibûn pêkanîn.