Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd bû

Nasnameya endamê Hêzên Têkoşîna li dijî Narkotîkê yê di operasyona li dijî bazirganên narkotîkê de li Kobanê şehîd bû hate eşkerekirin.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê duh bi daxuyaniyek ragihandibû ku endamekî wî 2’ê Mijdarê li Kobanê di serdegirtina bazirganekî hişbirê de şehîd bûbû.

Fermandariyê di daxuyaniyek din de nasnameya şehîd aşkera kir. Di daxuyaniyekê de hate gotin "Endamekî me di serdegirtina li ser bazirganekî hişbirê li bajarê Kobanê de ji ber mermiyan şehîd bû."

Di daxuyaniyê de sersaxî ji malbat û hevreyên şehîd re hat xwestin û hate gotin, fedakariya wan dê ronahiyek bimîne ku rêya erk û berpirsiyariyê ronî dike.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin "Şehîd di tevahiya jiyana xwe de nirxên herî bilind ên dîsîplîn û dilsoziya bi karê xwe re temsîl dikir. Di pêkanîna erkên xwe yên ewlehiyê de nimûneyek pabendbûn û fedakariyê bû, heta şehadeta xwe erkê xwe bi rûmet û baweriya bi pîroziya erka ewlehiyê pêk dianî."

Nasnameya şehîd:

Nav û Paşnav: Şêrko Mistefa

Navê Dayikê: Werde

Navê Bav: Feysel

Cih û Dîroka Jidayikbûnê: Kobanê, 25.8.1997

Dîroka Tevlîbûnê: Kobanê, 28.11 .2024

Dîroka Şehadetê: Kobanê, 2.11. 2025