Li Humsê sivîlê 65 salî di êrîşekî çekdarî de hat qetilkirin

Li taxa Bab Sibaa ya Humsê, di encama êrîşa çekdarî ya ji aliyê du kesên çekdar ên motosikletê siwar bibûn de, Mihemed Yasir Şeref ê 65 hat qetilkirin. Êrîşkar piştî bûyerê reviyan.

Li taxa Bab Sibaa 2 çekdarên nenas gule li welatiyê bi navê Mihemed Yasir Şeref (65) ê ji taxa Înşaat a Humsê, barandin û di encamê de welatî hat kuştin.

Li gorî şahidan, çekdar li motorsiklêta elektirîkî siwar bibûn, piştî gulebaranê ber bi cihekî nediyar ve reviyan.

Li hemberî vê bûyerê bertek ji aliyê şêniyên bajêr ve hatin nîşandan. Li herêmên di bin kontrola hikumeta veguhêz de, bi taybet jî li Humsê, rewşên wiha zêdetir bûne.