ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Bi hezaran kes ji bo Şêxmeqsûd û Eşrefiyê daketin qadan
Li gelek bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hezaran kes ji bo piştgiriya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê daketin qadan. -
Hêzên hikûmeta veguhêz bi hawanan êrîşî Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dikin
Hêzên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê bi hawanan êrîşî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dikin. -
QSD'ê derbarê bûyerên li Helebê daxuyanî da
QSD'ê diyar kir ku bûyerên li Helebê encama rasterast a provokasyonên komên girêdayî hikûmeta veguhêz in û bang li rêxistinên navneteweyî û mirovî kir ku ji bo rawestandina provokasyonan demildest tedbîrên lezgîn û bi bandor bigirin. -
Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê gel ‘li hember dorpêçkirinê bertek nişan da û banga diyalogê’ kir
Welatiyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li dijî girtina rêyan, avakirina setên axê û bicihkirina çekên giran ji aliyê Hikumeta Demkî ya Sûriyeyê ve nerazîbûn nîşan dan. Çalakvanan bangî aştiyê kirin, dawîanîna aloziyê û çareseriya bi riya diyalogê xwestin. -
Gel ji bo Şêxmeqsûd û Eşrefiyê daketin qadan
Gele Efrînê bi tevî gelê Qamişlo ji bo destekdayîna gele taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê daketin qadan. -
Êrîşî ser gelê ku dorpêçê protesto dikirin hat kirin: Şehîd û birîndar hene
Hêzên girêdayî Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê êrîşî gelê ku li dijî dorpêçkirina taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê xwepêşandan dikirin, kirin. Di êrîşê de herî kêm 15 kes birîndar bûn û tê gotin ku di nav de şehîd jî hene. -
Serbalyozê DYE’yê yê Enqereyê Barrack bi Mazlûm Abdî re civiya
Serbalyozê DYE’yê yê Enqereyê û Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê Barrack, bi Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî re civiya. -
Gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li dijî dorpêçê daketin qadan
Hêzên girêdayî Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dorpêç kirin û çekên giran hi cih kirin. Bi sedan kes li dijî dorpêçê daketin qadan xwestin ku rê bên vekirin û bang li QSD’ê kirin ku derbasî herêmê bibin. -
Aqûbeta ciwanê Efrînî yê ku cara duyemîn hat revandin nayê zanîn
Aqûbeta Canyar Kêlo yê ku di 16’ê Îlonê de ji aliyê hêzên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê ve cara duyemîn hate revandin, nayê zanîn. Malbata Canyar diyar kir ku hêzên Hikûmeta Veguhêz ji ewlehiya zarokê wan berpirsiyar in. -
Hemû rêyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hatin girtin û çekên giran hatin bicihkirin
Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê peymana 1ê Nîsanê binpê kir, hemû rêyên ku taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi taxên din ên Helebê ve girêdidin girt û çekên giran li dora wan hat bicihkirin. -
MSD: Hilbijartinên Hikûmeta Veguhêz 'şanoya siyasî' ne
MSD’ê hilbijartinên parlamantoyê yên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê wekî "şanoya siyasî" bi nav kir û diyar kir ku ev hilbijartin parçebûna civaka Sûriyeyê kûrtir kiriye. -
Gelê Dêrikê cenazeyê şehîd Êrîş Umut veşart: Em ê bibin şopdarên wan
Gelê kantona Cizîrê cenazeyê şervanê QSD'ê Êrîş Umut bi merasîmekê li Şehîdgeha Şehîd Xebat veşart. Ji bo Andok Viyan û Ararat Serhed jî merasîma giyabî hat lidarxistin. -
Rêveberiya Xweser 17 DAÎŞ’î radestî Başûrê Efrîqayê kirin
Şandeyeke ji Başûrê Efrîqayê li Qamişloyê çû serdana Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser. -
Rêveberiya Tebqayê êrîşên li ser Dêr Hafirê şermezar kir
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Tebqayê êrîşên çekdarên Hikumeta Demkî ya Şamê yên li ser Dêr Hafirê şermezar kir. -
Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê 500 hezar kes di bin dorpêçê de ne
HTŞ’ê taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê dorpêç kirine. Mizgeft, dibistan û nexweşxane kirine biryargehên leşkerî. Herî kêm 42 hezar malbat bê sotemenî mane. -
Li taxa Eşrefiyê teqîn
Li taxa Eşrefiyê ya Helebê nêzî nuqteya hêzên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê teqîn çêbû. -
Hêzên Ewlekariya Hundirîn bertek nîşanî êrîşa li ser Dêr Hafirê da
Hêzên Ewlekariya Hundirîn a herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku balafireke hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê bendeke kontrolê ya wan bombebaran kir û di encamê de 4 endamên wan birîndar bûn. -
QSD`ê derbarê êrîşên li ser Dêr Hafirê daxuyanî da
QSD`ê bi daxuyaniyekê got êrîş û binpêkirinên çekarên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê li dijî bajarê Dêr Hafirê, hewldanên wan ên ji bo derxistina tevliheviyê û têkbirina ewlehiyê eşkere dikin. -
QSD: Şervanek me li gundewarê Dêrazorê birîndar bû
Li gundewarê Dêrazorê mayîneke ku şaneyên DAÎŞ`ê bi cih kirine, bi erebeyeke leşkerî ya QSD`ê de teqiya û di encamê de şervanek birîndar bû. -
Di girtîgehên hikûmeta demkî de bi dehan kes hatin kuştin
SOHR'ê diyar kir ku di girtîgehên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de bi dehan girtî hatine kuştin û çarenûsa bi hezaran girtiyên din jî ne diyar e. -
QSD: Li gundewarê Eyn Îsayê 71 kes hatin girtin
Bi operasyona ewlehiyê ya hevbeş a QSD`ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ,li gundewarê Eyn Îsayê 71 kes girtin ku di nav de endamên şaneyên DAIŞ`ê hene. Hêzên leşkerî, çek û cebilxaneya bi wan re jî desteser kirin. -
Hikûmeta demkî ya Sûriyeyê, Newroz jî di nav de gelek cejn tune hesiband
Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê di biryarnameya xwe ya derbarê cejnên fermî de, gelek roj û cejnên pêkhateyên Sûriyeyê rakirine. -
Hikûmeta demkî rêya Tebqa-Selemiyê girt
Hêzên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê vê siharê rêya Tebqa-Selemiyê ya ku Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi herêmên din ên Sûriyeyê ve girê dide, girt. -
Hêzên Hikumeta Demkî bombe li Dêr Hafirê barandin
Komên çekdar ên hêzên Hikumeta Demkî ya Sûriyeyê careke din bi droneyê êrîş birin ser herêma Dêr Hafirê. Ji ber êrîşê kesek birîndar bû. -
Kongra Star komployoa 9'ê Cotmehê ya navneteweyî şermezar kir
Kongra Star kongreya 9'ê Cotmehê ya navneteweyî şermezar kir û piştgirî da meşa 'Bi hêviyê ber bi azadiyê ve dimeşin, ku li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê pêk tê.