Li Şêxmeqsûdê êrişa sûîqestê

Li taxa Şêxmeqsûd a Helebê careke din êriş li ser nuqteya Hêzên Asayîşa Hundirîn hate kirin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Helebê bi daxuyaniyekê ragihand ku duh derengiya şev nuqteyeke wan a li derdora taxa Şêxmeqsûdê hatiye gulebarankirin û êrişa sûîqestê hatiye kirin.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

’’Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên bajarê Helebê êriş û provokasyonên  hêzên hikumeta demkî û çekdarên wê yên li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê şermezar dikin. Bi van êriş û provokasyonan ewlehî û aramiya sivîlan dixin xetereyê.

Di çend saetên dawîn de li dijî nuqteyek me ya li derdora taxa Şêxmeqsûdê êrişeke sûîqestê û gulebarankirin hatin kirin. Ev yek hewldaneke diyarker a derxistina rewşeke tevlihevî bû ku herêmê ber bi şerekî nû ya çekdarî ve biçe. Kiryarên bi vî rengî binpêkirineke aşkerayî ya hewldanên mîsogerkirina ewlehî û parastina sivîlan e.

Ev êriş  ku hemwextî hewldanên domdar ên mîsogerkirina aramî û agirbestê têne kirin, îsbat dike ku aliyên êrişkdar li gorî lihevkirin an peymanên agirbestê tev nagerin, lê siyasetên xwe yên rageşiyê û hewldanên xirabkirina ewlehiyê didomînin.

Em Hêzên Ewlekariya Hundirîn carek din dibêjin ku em ê erka xwe ya parastina niştecihên sivîl û ewlehî û istiqrara taxan bidomînin. Em bang li hemû aliyan dikin ku berpirsyariyên xwe li hemberî parastina aştiya navxweyî pêk bînin û rê nedin ku herêm ber bi rewşeke din a tundiyê ve biçe."